Jin daketin qadan: Em natirsin, bêdeng nabin û serî natewînin
- jin
- 15:47 08/3/2019
Îro bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi sed hezaran jin daketin qadan û li dijî tundî û binpêkirina mafan û desthiladdariya mêr dengê xwe bilind kirin. Jinan li qadan gotin: "Em bêdeng nabin, natirsin û em serî natewînin." Jinên ku wêneyên Leyla Guven bilind krin peyamên piştevaniya Leyla anîn ziman.