TUÎK’ê ragihand ku enflasyon di meha Îlonê de ji sedî 3.23 zêde bûye û ENAG’ê jî rêjeya enflasyonê ya meha Îlonê weke ji sedî 3.79 aşkera kir.
Li Agiriyê berhevkirina silqokê dest pê kir. Cotkaran ku bertek nîşanî fiyetê silqokê dan gotin ku kîloyek silqok nake bi nîv qedeh çay.
KESK dê li 6 bajaran meşa herêmî li dar bixe, ji bo kesên bi KHK'yan hatine îxrackirin vegerin ser karên xwe. Kesên bi KHK'yan hatine îxrackirin anîn ziman ku ew ê beşdarî meşê bibin û gotin: "Meş parçeyeke ji têkoşîna edalet û aştiyê ye."
KON-DER a ku li navçeya Kulu ya Konyayê hatiye avakirin, dest bi qeydên dersên zimanê Kurdî yên asta yekemîn û duyemîn kir. Qeyd dê heta 15’ê Cotmehê bidomin.
Li bajarokê Gundikê Melê zêdetirî 300 sal in di çarçoveya kevneşopiya “tamtamûkê” de sifre tê danîn. Bi sedan kes li dora sifreyê hatin gel hev.
Zimanzan Zana Farqînî bertek nîşanî destûrnedayîna axaftina bi Kurdî ya li komîsyonê û cezakirina Amedsporê ya ji ber reklama bi Kurdî da û got: “Li dijî Kurdî bêtehemûliyek heye. Divê di van mijaran de jî gavên pratîkî yên yasayî biavêjin.”