Li Pîranê şewat
- ekolojî
- 16:08
Li navçeya Pîranê şewata li qadên bejahiyî yên 3 gundan çêbû, berbelav dibe.
Li navçeya Pîranê şewata li qadên bejahiyî yên 3 gundan çêbû, berbelav dibe.
Omer Bozkurt ku ji ber krîza aborî dest ji karê tekstîlê berda û titûnê diçîne, got ku ji ber ziwabûnê ew nikare berhema ku dixwaze bi dest bixe.
Salih Olmez, xwediyê Sevgi Apartmanê ya li navçeya Erdîşê ku di erdheja 2011'an de 39 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi kana qûmê ya li ser Çemê Zîlanê çêkirî dest bi talankirina xwezayê kir.
Hişkesaliya ji ber kêmbûna baranê li Wanê çêbûye, bandor li golên Arçak û Şixkeyê ku wekî "bihûşta çûkan" têne binavkirin, kir.
Li quntarê Çiyayê Dorşînê yê navçeya Pasûrê zêdetirî 20 roj in dar tên birîn. Dîmenên qirkirina daran a ji hêla cerdevan û hin kesan ve tên kirin, asta texrîbata li herêmê jî radixe ber çavan.
TOKÎ’yê li herêmên Qelaçkê û Bulbulê yên li Taxa Îsmetpaşa ya navenda Şirnexê dest bi talankirina xwezayê kir û li heman herêmê hezar û 520 avahiyan çêdike.
Xebatên madenvaniyê yên weke kanên keviran, şikandin-bêjandin, tesîsên betonê û hwd. ên li cihên nêzî Gola Wanê tên kirin, yekser gefê li hewza Gola Wanê û jiyana xelkê li herêmê dixwin.
Texrîbata li Çiyayê Gabarê cara ewil ji hewa ve hate kişandin.
Wan, bi projeyên 20 bendav û HES'an, 18 GES û 2 RES'an ên li pey hev, bi dorpêçkirineke qirkirina ekolojiyê re rû bi rû ye. Ev projeyên ku gefê li av, debara jiyanê û xwezaya herêmê dixwin, her roj bi awayekî jêneveger zirarê didin xwezayê.
Şêniyên gundê Şernrexê ku ji ber dînamîtên di dema xebatên madenê ji aliyê Etî Bakirê ya aîdî Cengîz Holdîngê ve tên derxistin derx li xaniyên wan ketine, bertek nîşanî vê yekê dan.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê bi hinceta berfirehkirina rêyê, li Parka Newrozê bi ehan dar birî.
Ji ber ku tesîsa dawerivandina ava bermayî kêm hatiye avakirin, ji sedî 70'yê ava kanalîzasyonê ya 8 navçeyan rasterast diherike Gola Wanê. Gol, her roj bi bermayiyên endsturî, biyolojîk, heywanan û qenalîzasyonan qirêjtir dibe.
Rêxistinên ekolojiyê, ji bo bi zirara di nava 50 salên şer de gihiştiye xwezayê re hevrûbûnek çêbibe, raporek amade kir. Rêxistinan, ji bo rapora wan pêşkeşî komîsyona li meclisê were kirin, radestî Hevberdevkê Komîsyona Ekolojiyê ya DEM Partiyê Îbrahîm Akin kir.
Derket holê ku Şîrketa DÎMÎN'ê li gundê Mizakê yê Licê, tevî hişyariya ji aliyê Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ku got "Ji ber ku ger ev qada ji bo xebatên madenê yên koma 4'em bê vekirin dê rê li ber qirêjkirina avê veke, li gor saziya me ne guncav e" jî, dest bi xebatên lêgerîna madenê kiriye.