Ji endamên komîsyonê yên DEM Partiyê daxuyanî
- polîtîka
- 11:15 21
Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê daxuyanî dan û gotin ku tiştên di civînên 2 rojên dawî de hatine ziman nîşan daye ku barê paşerojê barek giran e.
Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê daxuyanî dan û gotin ku tiştên di civînên 2 rojên dawî de hatine ziman nîşan daye ku barê paşerojê barek giran e.
Cîgira Hevserokatiya Giştî ya ESP'ê Sezîn Ûçar li ser pêvajoya ku bi banga Abdullah Ocalan dest pê kir got: "Wekî çepgir û sosyalîst, divê em di her şert û mercî de piştgiriyê bidin hemû maf û têkoşîna neteweya Kurd û wan biparêzin."
Dayika Aştiyê Nezahat Teke di komîsyona Meclisê de axivî û got: “Em hewldanên çareseriyê yên Ocalan dibînin. Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike û pêvajoyê bi hev re birêve bibin.”
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku divê komîsyon li nêrîn û pêşniyarên Abdullah Ocalan guhdarî bike.
DEM Partiyê bersiv da gotinên Yuksel Arslan ê Partiya Îyiyê û got: “Armanca wî ew e ku berê civakê bide hev, dijbertiyê sor bike û rewatiya komîsyonê ya di nava civakê de tune bike.”
Endamê Komîsyonê yê DEM Partiyê Celal Firat diyar kir ku divê der barê meseleya Elewiyan de jî gav bên avêtin û got: "Divê Tirkiye ji feraseta serdest a dewleta neteweyî xilas bibe."
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş beriya civîna komîsyonê daxuyanî da û got ku qanehkirina civakê erkeke girîng e.
Wekîlê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu diyar kir ku meseleya Kurd meseleyeke demokrasî û edaletê ye û got: “Divê siyaseta demokratîk were misogerkirin.”
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku komîsyona li Meclisê hatiye avakirin hêj nexşerêya xwe diyar nekiriye û got: “Tevî tecrîdê jî Abdullah Ocalan dixwaze di dewletê de aqilê çareseriyê pêş bixe.”
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan diyar kir ku ew ê di serdema pêş de bernameyeke reformê ragihînin û got: “Tirkiyeyê ji bo çaresrkirina vê pirsgirêka kronîk firsendekî dîrokî bi dest xist û ji bo gaveke din biavêjin em amadekariyan dikin.”
Wezîrê Karên Derve yê Enqereyê Hakan Fîdan bi Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Demkî ya Şamê Şeybanî re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Fîdan careke din HSD hedef girt û di dijbertiya Kurdan de israr kir.
Endamên DEM Partiyê yên di komîsyona li Meclisê hatiye avakirin de cih digirin, gotin: “Dê komîsyon li nav û saziyên hatine diyarkirin guhdarî bike. Piştre jî dê komîsyon têkildarî sererastkirinên yasayî ku entegrasyona demokratîk jî di nav de ye, xebatan bike.”
Fetî Yildiz ê MHP’î diyar kir ku qanûna înfazê ji bo her kesî wekhev nayê cîbicîkirin û got: “Heke em vê bi temamî sererast nekin dê nekarin ji nav derkevin.”
CHP’ê ji komîsyona li Meclisê hatiye avakirin re “Paketa demokratîkbûnê” ya ji 29 xalan pêk tê pêşniyar kir.
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di civîna sêyemîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de axivî û got ku meseleya herî girîng a komîsyonê ew e ku têkildarî pêvajoyê sererastkirin bike û li ser gavên demokratîkbûnê biaxive.