ENQERE - Civîna 9'emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê bi serokatiya Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş dest pê kir. Di civînê li karsazan tê guhdarîkirin.
Civîna 9'emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku li Meclisê hatiye avakirin, dest pê kir. Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş civînê birêve dibe. Komîsyon dê di vê civînê de li karsazan guhdarî bike.
Civîn, bi axaftina nûnerê Yekitiya Odeyan û Borsayan a Tirkiyeyê (TOBB) Rifat Hîsarciklioglû dest pê kir. Bi domdarî dê komîsyon li nûnerên Yekitiya Odeyên Ziraetê ya Tirkiyeyê (TZOB), Konfederasyona Esnaf û Zinaetkaran a Tirkiyeyê (TESK), Konfedarasyona Sendîkayên Kardêrên Tirkiyeyê (TÎSK), Komeleya Pîşesaz û Karsazên Tirk (TUSÎAD) û Komeleya Pîşesaz û Karsazan (MUSÎAD) guhdarî bike.