AGIRÎ – Şaredariya Agiriyê li taxan hevdîtinên jinan pêk anîn û pirsgirêk û daxwazên wan guhdarî kirin.
Navenda Piştevaniya Jinan a Zîn a Şaredariya Agiriyê hevdîtina jinan pêk anî. Li taxa Firatê hevdîtina jinan pêk hat û hevseroka DBP’a Agiriyê Sîlan Tugra, hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Agiriyê Ayşe Karakuş, Hevşaredara Agiriyê Hazal Aras û bi dehan jin tevli bûn.
Hevşaredar Hazal Aras ku di hevdîtinê de axivî, da zanîn ku armanca wan ew e ku daxwazên jinan guhdar bikin û got ku wê pirsgirêkan bi hev re çareser bikin.
Piştî axaftinan jinan daxwaz û pirsên xwe anîn ziman. Bername bi gerandina govendê bi dawî bû.