Li Stenbolê jin diherikin Bakirkoyê
- jin
- 13:42 03/3/2019
Jin ji bo mitînga 8'ê Adarê diherikin Qada Bakirkoyê. Jin wê bi reng û kelecana xwe daxwazên xwe qîr bikin.
Jin ji bo mitînga 8'ê Adarê diherikin Qada Bakirkoyê. Jin wê bi reng û kelecana xwe daxwazên xwe qîr bikin.
Alîkara Hevserokên Giştî ya DBP'ê Hediye Karaaslan a ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar e diyar kir ku wek mîna beriya qeyûman dê piştî 31'ê Adarê jî dê bi pêkanînên polîtîkayên jinan ku ji cîhanê re bibin mînak pêk bînin.
Jinên li dor dirûşmeya "Jinên piştgiriyê didin Leylayê û dibin dengê wê" hatin cem hev û kampanyayek dan destpêkirin, diyar kirin ku ji bo Leyla bijî divê ew hîn bêtir bitêkoşin û gotin: "Divê em daxwaza Leylayê li her derî belav bikin."
Meclîsa Jinan a Îzmîrê, ji bo Leyla Guven û hemû girtiyên jin ên digreva birçîbûnê dene, nepox firandin.
Komeleya Jinan a Rosa bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li salonek dawetê ya Peyasê şahiya muzikê li dar xist. Seroka Komeleyê Adalet Kaya, Leyla Guven û girtî silava kirin û got: "Em piştgiriyê didin berxwedana ji bo şikandina tecrîdê
Platforma Jinan a Dersîmê, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bernameya 8'ê Adarê aşkere kirin.
Endama Meclîsa HDP’ê Asiye Kolçak, di şaiya 8’ê Adarê de axivî û got: “Di şexsê Ocalan de aştiyê tecrîd dikin. Em banga berxwedanê di serî de li jinan û hemû kesna dikin.”
Platforma Jina ya 8'ê Adarê, ji bo mîtînga ku dê di 3'yê Adarê de li Qada Bazarê ya Bakirkoya Stenbolê bê lidarxistin û ji bo xwedîderketina li çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê da destpêkirin bang li hemû jinan kir.
A.Ç., bi rîşa zayendî ya xwarziyê parlementerê AKP'î re rû bi rû me. Li ser vê A.Ç., serî li CÎMER'ê da. Lê belê CÎMER'ê j re got: "Dev jê berdin. Ne hewce ye mirov mezin bike." A. Ç., xwest rêxistinên jinan alîkariya wê bikin.
Di çarçoveya şahiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Colemêrgê ji jinên girtî re kart hat şandin. Li Wanê jî TJA'yê bernameya 8'ê Adarê eşkere kir.
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê di çarçoveya 8’ê Adarê de li ber girtîgehê starta 8’ê Adarê da. Parlemnetera HDP’ê Ebru Gunay axivî û anî ziman ku jin li her derê dê ji bo azadiyê bang bikin.
Di salekê de hejmara jinên li Bazara Kedê ya Jinê dezgehên xwe vedikirin ji 20 kesan daket 4 kesan. Jinên nanê tenûrê, rîçal, tirşî, kincan li malê çêdikin û difiroşin, gotin ger krîz dewam bike wê bazar bê girtin.
Jin bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, wê di 3'yê Adarê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîngekê pêk bînin. Jin, ji niha ve amadekariyên mîtîngê dikin. Parlementera HDP'ê Zuleyha Gulum, bang li jinan kir û got: "Bila tecrîd rabe, aştî çêbibe; em li vira ne, em ê kuçe û qadan neterikînin."
Li Êlihê bernameya çalakiyên jinan ên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê diyar bû. Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku di rojeva jinên beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bibin de, dê rakirina tecrîdê hebe.
Meclîsa Jinan a HDP’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir û got: “Li Îdirê, hemû jin dê bi rengên xwe li qadan bin û beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bibin.”