AMED - 28’emîn Kongreya Bijîşktiya Diranan a Navneteweyî dê li Amedê bê lidarxistin. Tê payin ku zêdetirî 3 hezar kes tev li bibin.
Yekitiya Bijîşkên Diranan ên Tirk (TDB), têkildarî 28’emîn Kongreya Bijîşktiya Diranan a Navneteweyî ku dê di navbera 18-21’ê Îlonê de li Navenda Kongreyan a Zanîngeha Dîcleyê were lidarxistin, li hotêleke bajar daxuyanî da. Endamên organîzasyona komîteya kongreyê tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Odeya Bijîşkên Diranan a Amedê û Serokê Komîteya Organîzasyonê Alî Îhsan Guney di daxuyaniyê de axivî û got ku xebateke bênavber dikin. Guney, da zanîn ku dînamîkên bajar û rêxistinên civaka sivîl jî tev li pêvajoyê kirine.
LI BENDÊ NE 3 HEZAR KES TEV LI BIBIN
Guney, destnîşan kir ku yek ji armancên wan ên sereke ya ji lidarxistina kongreyê li Amedê ew e ku pêşdaraziyên gelan ên li hemberî hev ji holê rakin. Guney, da zanîn ku li bendê ne 3 hezar kes tev li kongreyê bibin û got: “23 jê li derveyî welat bi giştî dê 80 akademîsyen weke axêver dê tev li kongreyê bibin. Dê di bernameyê de konferans, panel, pêşandan û nîqaşên înteraktîf cih bigirin. Her wiha di çarçoveya perwerdeya pîşeyî ya navxweyî, dê nêzî 10 kursên pratîkî bên lidarxistin.”
Guney, got ku dê li aliyê pêşiya navenda kongreyê fuarek were lidarxistin û 55 fîrmayên herêmî û navneteweyî dê berhem û teknolojiya xwe ya herî nûjen pêşkeş bikin.
BERNAMEYA KONGREYÊ
Guney, da zanîn ku bernameya wan dê di 18’ê Îlonê de bi performansa dansê dest pê bike, di şeva heman rojê de li Qonaxa Cemîl Paşa resepsiyon çêbibe, dê konsera Anadolu Quartetê bê lidarxistin; di 19’ê Îlonê de dê bernameya zanistî bidome, di şeva heman rojê de dê Kardeş Turkuler û Erdal Erzîncan derkevin ser dikê; di 20’ê Îlonê roja dawî ya kongreyê de jî dê xwarin were dayin û Rewşan Çelîker û Nazan Oncel derkevin ser dikê.
Guney, herî dawî jî bang li tevahiya bijîşkên diranan kir ku tev li kongreyê bibin.