Parêzer Suren: Ne mumkun e ku dev ji Qanûna Jimare 6284'an bê berdan
- jin
- 09:12 14/8/2018
Ji bo rêgirtina li ber şideta li hemberî jinê di sala 2012'an de Qanûnan Jimare 6284'an hatibû derxistin, lê belê çend roj berê bi hinceta ev qanûn "mêran mexdûr dike" hatibû protestokirin û û hatibû daxwazkirin ku bê betalkirin. Parêzer Leyla Suren got: "Ne mumkun e ku ji bo vê qanûna ku ewlehiya jinan pêk tîne gav bi paş ve bên dayîn û dev jê bê berdan."