Komxebata ziman bi dawî bû: Ji bo statuya kurdî banga seferberiyê

img

WAN - “Komxebata Stratejî û Polîtîkayên ji bo Têkoşîna Zimanê Kurdî” bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de hat destnîşan kirin ku “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ji bo azadiya ziman dîrokî ye û banga seferberiyê ji bo bidestxistina statuya zimanê kurdî hat kirin.

 
Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) li Wanê “Komxebata Stratejî û Polîtîkayên ji bo Têkoşîna Zimanê Kurdî” ya du rojan berdewam kir, bi encamnameyekê bi dawî kir. Encamnameya komxebatê bi zaravayên Kurmancî û Kirmançkî hat xwendin. Endamê Komîteya Amadekar a Komxebatê Heval Dilbihar metna Kurmancî xwend.
 
Heval Dilbihar bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje ku ‘Ziman ji bo neteweyekê ji nan û avê giringtir e û kesên ku nikarin li zimanê xwe xwedî derkevin, nikarin li tu tiştî xwedî derkevin.’ Heval Dilbihar bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û ev tişt got: “Di vê pêvajoya dîrokî de ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve weke pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” hatiye pênasekirin, yek ji xalên sereke mijara statuya kurdî, perwerdeya bi zimanê kurdî, azadî û serbestiya zimanê kurdî ya li hemû qadên jiyanê ye. Ji bo aştiyeke mayînde û civakeke demokratîk, lazim e ku ev yek pêk bê û gelê kurd jî bikaribe bi awayekî serbest li her qada jiyanê xwe bi zimanê xwe rêxistin bike û li hemû qadan bi zimanê xwe bijî. Ev ji bo me kurdan xeteke sor û xaleke jêneger e.”
 
Heval Dilbihar bi domdarî ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Ku di pêşengiya Saziyên Zimanê Kurdî yên welatparêz de û bi piştgiriya hemû pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk û gelê xwe wan ‘Komxebata Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna ji bo Kurdî’, 15 û 16ê cotmeha 2025an li bajarê Wanê bi beşdariyeke xurt li dar xist û bî awayekî serketî bi encam kir. Ev komxebat, beriya her tiştî, beyankirina wê îradeya stratejîk e ku zimanê kurdî di qada giştî, perwerde, rêveberiyên xwecihî, siyaset, hiqûq, çapemenî, weşangerî, dîplomasî, bîr û bawerî, çand û wêje, jin, zarok, ciwan û di nava hemû qadên civakî de bigihije ast û statuya ku heq dike.”
 
Heval Dilbihar bi domdarî anî ziman ku di komxebatê de, ji bo diyarkirina stratejî û polîtîkayên têkoşîna ji bo zimanê kurdî hemû pêkhateyên têkoşîna azadiya gelê kurd, li ser qadên xwe yên têkoşîn û xebatê lêkolîn, nîqaş û pêşniyazên xwe parve kirine. Heval Dilbihar, li gorî van nîqaş, lêkolîn û pêşniyazan encamên ku derketine holê wiha rêz kir:
 
"*Divê hemû qad, sazî, partî, dezgeh û pêkhateyên ku li ser navê kurdan pêşengiya têkoşîna azadiyê dikin, li ser bingeha stratejî û polîtîkayên xwe yên xweser ên ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî, bi hişmendiya ku azadiya zimanê kurdî di destê me de ye, mekanîzmayên xwe yên pêwîst saz bikin; li gel xebatên navxweyî yên ji bo kurdî, bi plansazî, bername û karnameyên şênber, tekûz û domdar li her wargeh û jîngeheke li Kurdistanê û li her dera ku kurd lê dijîn xebatên xwe yên hişmendî, rêxistinbûyîn, sazîbûyîn û hîndekariyê bimeşînin. Di sêrî de pêşeng û rêveber, divê her kurdek xwe wek berpirsyar, pêşeng û têkoşerekî/ê zimanê kurdî bibîne û li gor wê tevbigere.
 
*Stratejiya zimanê Kurdî ne tenê polîtîkayeke çandî ye, di heman demê de bîrdoziyeke azadî, hebûn û xwebûnê ye. Rêveberiyên xwecihî hêza hilgir a vê îdeolojiyê ne. Ji ber vê yekê, polîtîkaya zimanî ji bo şaredariyan ne meseleyeke teknîkî ye, lê meseleyeke nasnameya siyasî û civakî ye. Her wiha, di ziman de israrkirin di nasnameyê de israrkirin e. Ji ber vê yekê, em ê di rêveberiyên xwecihî de vê israrê bidomînin û li gorî wê, xebatên kurdî hem di nava xwe de hem jî di nava civakê de bimeşînin.
 
*Zarok û ciwan siberoja me ne. Ji ber vê yekê, dê ji bo zarok û ciwanan polîtîka û bernameyên taybet bên danîn. Dê xebatên hayedarkirina malbatan bên kirin, her wiha ev xebat dê bi xebatên kreş, atolyeyên ziman, çand hwd. bên temam kirin. Dîsa, ji bo ku rê li ber bişaftina zarokan bê girtin, dê xebatên piralî yên li gor rastiya zarokên kurd bên meşandin.
 
*Jin weke avakarên civakîbûnê hem di veguhastina çandê, hem jî di hilberîna zimanî de xwedana rîsteke girîng in. Lewma ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî dê xebatên xwe yên taybet ên der barê stratejî û polîtîkayên zimanê kurdî de diyar bikin, di her qada têkoşînê de pêşengtiya vê bikin û bi vê mebestê, li her gund, tax, navçe û bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê kom, komisyon, meclîs û mekanîzmayên cuda yên jinan ên zimanê kurdî ava bikin.
 
*Ziman hevpeymaneke civakî ye ku ji bo tevahiya civakê zemîneke hevpar a jiyanî diafirîne. Ev zemîn jî bi hişmendiya hevpar tê avakirin, parastin û xurtkirin. Ev hişmendiya hevpar bi rêya çandê tê îfadekirin û wêje û huner jî encamên vê hişmendiya hevpar in. Li ser vê esasê, qadên çand, huner û wêjeyê dê bi afirîneriyeke xurt û hilberîn û çalakiyên cur bi cur di parastin û pêşvebirina kurdî de rista xwe bi cih bînin.
 
*Ji bo ku zimanek hebûna xwe misoger bike û bi pêş ve here, pêwîstiya herî mezin bi perwerdeya bi zimanê dayikê heye. Wexta ku em perwerdeyê bi hemû bername, mifredat û avasaziya wê ve difikirin, ew li ser felsefe û hişmendiyeke jiyanî ya demokratîk ava dibe. Em ê bi hemû pêkhate û saziyên zimên û perwerdeyê re bername, mifredat û materyalên perwerdeyê yên pêwîst amade bikin û binesaziya van xebatan daynin. Ji bo ku kurdî qada tenduristiyê jî tê de di hemû qadên giştî de bê bikaranîn têkoşîn û xebatên xwe xurtir bikin. Bi vê mebestê, em ê di hemû qadên giştî de binesaziya bikaranîna kurdî ava bikin.
 
*Hêleke din a civaka kurd rastiya wê ya koçberiyê ye; koçberî jî ne tenê dûrketina ji welatê xwe ye, her wiha gelek caran dûrketina ji ziman û rehên xwezayî yên civakê ye jî. Civaka kurd bi saya serê xerê xweragiriya xwe kariye di warê koçberiyê de jî xwe li ser pêyan bigire û zimanê xwe biparêze. Di vê pêvajoyê de dem dema vegera li welat e li ser bingeheke ekolojîk û hevaheng bi xwezayî. Em ê vegerê û avakirina jiyana xwe ya li ser axa xwe bi zimanê xwe bikin.
 
*Qadeke bingehîn a parastina û pêşvebirina zimanê kurdî qada bîr û baweriyê ye. Ji ber vê yekê di hewl dê bê dayîn ku hem li dijî hemû polîtîka û pêkanînên kurdîkuj têkoşîm bê meşandin, hem jî dinava civaka kurd de têkoşîn û xebatên ji bo pêkanîna hemû bîr û baweriyan a bi kurdî bê meşandin.
 
*Çapemenî û weşangeriya kurd di berbelavkirin û bi awayekî sîstematîk agahdarkirina rast a civaka kurd, xebitandina zimanê kurdî de xwedî risteke girîng e. Xebatên çapemenî û weşangeriya kurd di parastin, pêşvbirin û berbelavkirina kurdiyeke hevgirtî de, di amadekirin û weşandina çavkanî û materyalên hînkirina ziman û materyalên perwerdeyê de xwedî risteke sereke ne. Ji bo ku vê rîsta xwe bi cih bîne qada çapemenî û weşangeriyê dê ji niha pê ve di nava têkoşîn û xebatên gelek şênbertir û zêdetir de be.
 
*Di warê hiqûqa Kurdî de em niha di qonaxeke nû de ne. Xurtbûna Kurdî di warê hiqûqî de dê hem hişmendiya nasnameya kurdan xurt bike, hem bibe qadeke parastin û pêşvebirina zimanê kurdî, hem jî gihîştina dadmendiyê ji bo hemû civakê hêsantir bike. Xebatên hiqûqî yên bi Kurdî êdî ne ramanek e, ew hatîye wê astê ku pratîka wê mimkûn e.
 
*Ji bo ku hiqûqa bi kurdî li hemû sazî û qadên giştî û civakî pêk bê dê têkoşîn û xebat bên xurtkirin. Xurtkirina lîteratûra hiqûqa kurdî êdî bi xebat, perwerde û biryardariyeke şênber mimkun e. Bi vê ve têkildar dê hewl û têkoşîn bê dayîn ku di hemû warên jiyanê de, nemaze di sazî, şaredarî, baro, qada siyasetê û medyayê de , lîteratûra hiqûqa kurdî bê bikaranîn; parêzer, siyasetmedar, rojnameger, rêvebir û xebatkarên hemû saziyên kurd berpirsiyariya ji bo pêşketinê bi hev re hildin li ser milên xwe û pêk bînin.
 
*Ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî qada dîplomasiyê qadeke giring e. Ji ber vê yekê dê li ser bingeha yekîtiya neteweya kurd a demokratîk xebatên dîplomasiya navxweyî bên meşandin, hem jî ji bo ku zimanê kurdî xwe bigihîne prestîj û statuyeke navneteweyî, di nava hemû zimanan de hebûna xwe bi serfirazî nîşan bide dê di dîplomasiya navneteweyî de jî xebatên pêwist bên meşandin.
 
*Di vê çarçoveyê de, em bi taybetî diyar dikin Tevgera Azadiya Gelê Kurd bi hemû pêkhateyên xwe di heman de Tevgera Azadiya Zimanê Kurdî ye. Ji ber vê yekê ligel têkoşîneke dîrokî ya bêhempa kêmasî û nebesiyên di mijara kurdî de di heman demê de kêmasî û nebesiyên me ne. Li ser vê bingehê ev komxebat ji bo me destpêkeke rexnedayînê ye, ku em ê rexnedayîna xwe bi bilindkirin û berfirehkirina têkoşin û bidestxîstîna serfîrazîya zimanê kurdî bînîn cih; vê jî em ê bibin parêzvan û têkoşerên zimanê kurdî.
 
*Li ser vê bingehê, em di serî de hemû derdorên pêşeng ên kurd û li hemû kurdîparêzan, bang û gazî li hemû kurdan dikin ku bi bîr, bawerî, hiş û giyanê seferberiyê têkoşîna ji bo kurdî li her qada jiyanê xurtîr, bilindtir û berfirehtir bikin.
 
Komxebat bi dirûşmeyên "Bijî zimanê kurdî", "Bê kurdî jiyan nabe" bi dawî bû.

Sernavên din

18:59 Komxebata ziman bi dawî bû: Ji bo statuya kurdî banga seferberiyê
16:44 Meşvanên KESK’ê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin
16:20 Ji ciwanan bang: Azadiya Rêber Apo jiyanî ye
16:17 Li Siopiyayê li dijî jinekê êriş hate kirin
16:03 Kurtulmuş dê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret bike
15:42 Ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan: Bila kiryar bên dîtin
15:27 Bernameya meşa ‘azadiyê’ ya ciwanan diyar bû
15:25 Li nexweşxaneyê serdanên ji bo rojnamevan Aykol didomin
15:13 Xwendekar li Dêrsim û li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
14:29 Gef li rojnamevan Rabîa Onverê hat xwarin
14:28 ‘Divê lêpirsîna têkildarî mirina rojnamevan Tosun bê berfirehkirin’
14:26 Komxebata zimanê Kurdî: Divê em li dijî qedexeya ziman li ber xwe bidin
13:35 Bayar piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan
13:34 Şîna Yûsûf Gucel bi girseyî hat ziyaretkirin
13:12 Parêzerê Nevzat Bahtiyar xwe ji dosyayê vekişand
13:03 Di doza rojnamevan Bêrîvan Kutluyê de dê mutalaa bê amadekirin
12:17 Xetereya li ser jiyana Aykol didome
12:11 Komxebata ziman di roja 2’yan de ye: Divê Kurdî di her qadê de bê axaftin
12:03 ‘DNA'yên li ser laşê Rojînê yên kê bin aşkera bikin’
11:35 ‘Komîsyon mecbûr e rêya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bibîne’
11:08 Beşdarên komxebata zimanê Kurdî: Statuya ji bo Kurdî şertê sereke yê aştiyê ye
10:53 Hêzên Şamê êrişî gundên Siwêdayê kir
10:37 Rapora pisporan a piştî 6 salan: DSÎ û qeyûm biqisûr e
10:29 Li Qoserê ÎHA’yek kete xwarê
10:07 Li dijî avahiya DEM Partiyê êriş hate kirin
10:06 Li Kurdistanê kevneşopiya dermanê kurmancî: Jinên şîfakar
09:55 Li Stenbolê qeydên atolyeya Jineolojiyê dest pê kir
09:53 Endamê Komîsyonê Firat: Divê komîsyon di nava 2 hefteyan de biçe Îmraliyê
09:49 Li dijî tacîzê di greva birçîbûnê de ye: Me soza parastina zarokan da
09:27 Karkerên qeyûm ji kar derxistî: Ji me tenê yek kes jî bimîne dê têkoşîn bidome
09:23 Ahmet Turk, diyaloga xwe ya bi Ozal re parve kir
09:06 'Aştî bi awayekî yekalî pêş nakeve: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje'
09:04 Kolanên Wanê: Divê tavilê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike
09:00 ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2025’AN
15/10/2025
20:18 Ji rêxistinên ciwanan pêşniyazên 'çareseriyê' ji bo komîsyonê
19:01 Civîna komîsyonê bi dawî bû
18:53 Roja yekemîn a 'Komxebata Zimanê Kurdî' bidawî bû
16:37 Meşa KESK’ê ya li dijî KHK’ê gihîşt Edeneyê
16:35 Li Cîhanbeyliyê ji bo kampanyaya ‘Ez aştiyê dixwazim ji ber ku’ stand hat danîn
16:34 Civîna komîsyonê:Ji sedî 82’yê ciwanan Kurdî dixwazin
15:44 Rektor Şevlî nehişt rojnamevan çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê bişopînin
15:38 Bakirhan dê tev li Kongreya Amsterdamê ya PES’ê bibe
15:34 Rojnameger Aykol derbasî beşa çavdêriya awarte hate kirin
15:28 Di musabeqeya tîmên jinan de ji bo Rojîn Kabaîşê doza edaletê hate kirin
15:23 Talankirina daran a li Dorşînê di rojeva Meclisê de ye
14:49 Li Peyasê gelek dar ji rih ve hatin jêkirin
14:33 Di cînayeta rojnameger Tosun de esnafek hate binçavkirin
14:27 Civîna komîsyonê didome
14:15 Komxebata ziman didome: Heke hûn qîmetê nedin zimanê xwe dê tune bibin
13:56 Ji bo Bayar ê 30 sal in girtî ye biryara tehliyeyê hat dayin
12:43 Rojnamevan Aykol cara duyemîn xistin emeliyatê
12:41 'Heta statuya Kurdî neyê naskirin dê aştî pêk neyê’
11:27 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Tevî xwînmijan jî dê aştî û xwişk-biratî bi ser keve
10:57 Ahmet Turk: Gel bi fikar e, divê dewlet li gor ruhê pêvajoyê tevbigere
10:44 Meclisa Jinan a Ebexê damezirandina xwe ragihand
09:42 Trump: Li Xezeyê qonaxa duyemîn a agirbestê dest pê dike
09:23 Ciwan amadekariya meşê dikin
09:02 'Rejîm ne xwedî wê kapasîteyê ye ku krîza avê û zemînê çareser bike'
09:00 ROJEVA 15’Ê COTMEHA 2025’AN
14/10/2025
21:41 Huseyîn Aykol xistin beşa lêneherîna lezgîn
19:54 Peyamên 'derbasbûyînê' ji bo Huseyîn Aykol ê xwîn rijiya ser mêjiyê wî
19:13 Rojnamevan Aykol xistin emeliyatê
19:11 Pervîn Buldan: Qethiyen bêrêzdariyê qebûl nakim
18:59 Rojnamevan Huseyîn Aykol rakirin nexweşxaneyê
18:05 Cenazeyê rojnamevan Tosûn dê di 16'ê Cotmehê de bê definkirin
16:42 Di 20 rojan de li Îranê 164 kes hatin darvekirin
16:40 Jinan ji Abdullah Ocalan re hezar û 800 name şandin
16:34 Ji bo Rojîn Kabaîşê meş hat lidarxistin: Kî çima tên parastin?
16:10 Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn
15:57 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê birçîtiyê 21 hezar û 149 TL ye
15:50 Bagdû li ser gora xwe hate bibîranîn
15:40 DMME’yê biryara binpêkirinê da: Aysel Tugluk ji ber sedemên siyasî hate girtin
15:05 Ji bo banga hevdîtina bi gel re bang: Em bi hev re têkoşînê mezin bikin
14:43 Bakirhan: Meclisa îsal bi qasî Meclisa ewil girîng e
13:54 Bahçelî: Ji bo me ya esas daxuyaniya 27’ê Sibatê ya Îmraliyê ye
13:30 Komxebata ji bo ‘stratejî û polîtîkayên’ Kurdî sibe dest pê dike
13:16 Xelkê Wanê: Rojîn ezmûna edaletê ya vî welatî ye
12:42 Danişîna doza rojnameger Oruç hat lidarxistin
12:40 Xwendekarên enternasyonal çûn serdana GOÇÎZDER’ê
12:28 Mafê tedawiyê yê Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
11:31 Li dijî Şaredariya Antalyayê operasyon: 6 kes hatin binçavkirin
11:27 'Daxwaza gelê Kurd azadiya Abdullah Ocalan e'
11:13 Li Bûrsayê 15 kes hatin girtin
09:54 Li Wanê xeta trenê ya talûke di pênc taxan re derbas dibe!
09:41 Aykan Sever: Yekane xema Tirkiyeyê teslîmgirtina Rojavayê ye
09:28 Li Kizilpinarê kursên Kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2025'AN
13/10/2025
20:55 Îsraîlê nêzî 2 hezar girtiyên filistînî berdan
19:12 DFG: Divê êrişa li dijî Hakan Tosûn demildest bê zelalkirin
17:56 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê 7 ciwanên kurd hatin revandin
16:54 Mazlum Ebdî: Vegera koçberan rojeva me ya esasî ye
16:45 Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
16:26 Parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir
16:23 Li Wanê berteka ji bo Rojîn Kabaîşê: Der heqê dozgerê berê û ATK’ê de serlêdana sûc hate kirin
15:39 KESK’ê ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin
15:06 Ji bo komxebata ziman a li Wanê banga tevlibûnê hat kirin
14:51 Rojnameger Îmen hate berdan
14:46 Rapora girtîgehan: Tecrîd, êrişa li dijî aştiya civakî ye
13:30 Akademîsyen McLaren: Gotinên Ocalan mîna kevokekê behr derbas kir
13:23 Komîteya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê ye