DÊRSIM/WAN - Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil û Zanîngeha Munzûrê ji bo mirina biguman a Rojîn Kabaîşê meş li dar xistin.
Komeleya Xwendekarên Azad a Munzurê ya Dêrsimê, bi dirûşma “Bibe dengê Rojîn Kabaîşê” li zanîngehê meş li dar xist. Xwendekarên ku li pêşiya Fakulteya Endezyariyê ya Zanîngeha Munzurê hatin gel hev, heta pirtûkxaneyê meşiyan. Beriya meşê xwendekaran li pêşiya Fakulteya Endezyariyê daxuyanî dan.
Metna daxuyaniyê ji aliyê endama Komeleya Xwendekarên Azad a Munzurê Nûjîn Yagcî ve hat xwendin. Nûjîn Yagci, diyar kir ku ATK’ê daxuyandiye ku DNA yên 2 mêran li ser laşê Rojîn Kabaîşê derketiye û ev tişt got: “Jin li malên xwe, li wargehan, li cihê kar û li kolanan tên qetilkirin lê kujer bi bêcezatiyê ve tên xelatkirin. Em qebûl nakin ku jinên ciwan bi tundiya mêr û bi kuştinên kiryar ne diyar ve bên qetilkirin.”
Nûjîn Yagci bi domdarî anî ziman ku ew qebûl nakin ku feraseta baviksalar a dewletê û saziyên wê kujerên diparêzin û wiha pê de çû: "Em vê zalimiya ku çûna jineke ciwan a li rex golê û guhdarîkirina muzîkê jî zêde dibîne qebûl nakin. Em dixwazin ku pêvajoya dozê şefaf be û danişîn ji raya giştî re aşkera bên lidarxistin. Ji bo tundî û cihêkariya li dijî jinan bêceza nemîne, ji bo edalet li gorî perspektîfa wekheviya zayenda civakî bê cîbicîkirin, em banga berpirsyartiyê dikin. Mîna bi hezaran jinên hatine qetilkirin û faîlên wan ji hêla hikûmetê ve tên parastin, em ê tu caran dev ji pirsîna aqûbeta Rojînê jî bernedin."
Piştî daxuyaniyê xwendekaran dirûşmên “Gulistan Doku li ku ye?”, “Jin, jiyan, azadî”, “Kiryaran neparêze, bidarizîne”, “Ji bo Rojînê edalet” berz kirin û heta pirtûkxaneya zanîngehê meşiyan.
WAN
Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê jî ji bo mirina biguman a Rojîn Kabaîşê bê zelalkirin, heta Rektoriyê meşiyan. Di meşa ku di çarçoveya çalakiyên 4 roj in berdewam dikin de hat lidarxistin, dowîzên "Bipirse! rastiyê derxe holê" û "Xweparastin hebûn e” hat hilgirtin. Her wiha dirûşmên “Rojîn Kabaîş serhildana me ye", “Jin, jiyan, azadî”, “Heq, hiqûq, edalet” hatin berzkirin.
Meşa li pêşiya Rektoriyê bi dawî bû û li vir daxuyanî hat dayin. Xwendekaran di daxuyaniya xwe de ji bo ronîkirina cînayetê ev tişt rêz kir: "Bila Serdozgeriya Komarê ya Wanê lêpirsîna xwe di çarçoveya êrişa zayendî ya biwesf de berfireh bike. Wezareta Dadê heke hewce bike bila hemû peywirdar û xebatên ku di vê rêzexemsariyê de cih girtin ji lêpirsînê derbas bike. Yên ku divê bên darizandin ne kesên wekî me yên tev li daxuyanin bûn lê kesên cînayet kirin e. Bila daîreya îhtîsasê ya ATK'ê raporeke berfireh amade bike. Bila were aşkerakirin ka mînakên DNA'yê yên li ser bedena Rojînê hatine tespîtkirin ên kê ne. Bila biryara nepeniyê ya der heqê dosyayê de tavilê bê rakirin. Bila malbat, parêzer û raya giştî bikare xwe bigihîne rastiyan."
Çalakiya xwendekaran a li zanîngehê hatiye destpêkirin dê saet di 16.00'ê de berdewam bike.