Dîlan Durmuş ji ber ku ‘bijîşkên welidînê’ tune bûn jiyana xwe ji dest da
- jin
- 12:00 09/12/2024
Dîlan Durmuş a ducanî ku ji bo welidînê rakirin nexweşxaneya Elkê, bi hinceta “pisporê/a welidînê tune ye” mudaxile lê nehate kirin. Dîlan Durmuş a ku zarokê wê li nexweşxaneyê bû, ji ber ku xwîn ji hundirê wê çû jiyana xwe ji dest da.
