ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê S.O. yê ku li dibistanekî amadehiyê mamoste bû û li gelek xwendekaran tacîza zayendî kiribû hat binçavkirin. Midûriyeta perwerdeyê jî ragihand ku ev kes ji peywirê hatiye dûrxistin.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê S.O. yê ku li dibistanekî amedehiyê li gelek xwendekaran tacîza zayendî kiribû, piştî îfadeyên xwendekaran hat binçavkirin. S.O. yê ku bi sûcê “îstîsmar û tacîza zayendî ya li zarokan” hat binçavkirin, birin Mudiriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Hat diyarkirin ku dê li ser telefon û kompûtera S.O. yê hatiye binçavkirin, bê lêkolînkirin û sibê dê sewqî dozgeriyê bê kirin.
Herwiha Wezareta Perwerdehiyê têkildarî tacîza zayendî ya li zarokan mifetiş erkdar kiriye. Hat destnîşankirin ku dê mifetiş li zarokan guhdarî bikin û lêkolînên hewce bikin.
ÇI QEWIMÎ BÛ?
Derket holê ku kesê bi navê S.O. ku li dibistaneke amadehî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê mamostetiyê dike, gelek xwendekar tacîz kiriye.
Hat zanîn ku bûyer, piştî zarokên mexdûr di 18’ê Kanûnê de çûn emniyetê û giliyê S.O. kirin derket holê. Amîrtiya Buroya Zarokan a Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê, îfadeyên zarokan bi giliyê “Îstîsmara zayendî û tacîza zayendî” girt.
Me xwe gihand girteka îfadeyan. Di girtekan de tê dîtin ku heta niha 7 xwendekaran îfade dane û ji ber tacîz û îstîsmara zayendî giliyê S.O.’yî kirin. Hat zanîn ku dibe hejmara xwendekarên mexdûr zêdetir bibe.
Xwendekarekî li emniyetê îfade da, qeyda deng a ji axaftina di navbera wê û S.O. de derbas dibe aşkera kir. S.O., di axaftina xwe de li xwe mikûr tê ku kesên cuda jî îstîsmar kiriye.
