Komxebata Plansaziya Stratejîk a Jinan bi dawî bû: Jin dikarin çareseriyê li pêş bixin
- jin
- 18:12 20/7/2024
Di Komxebata Plansaziya Stratejîk a Jinan ya li Wanê de jinan bal kişandin ser pirsgirêkên bajêr û diyar kirin ku divê di meclisên şaredariyan de jin bibin xwedî temsîliyet û çareseriyê pêş bixînin. Jinan diyar kir ku wê li dijî her cureyê polîtîkayên şerê taybet û tundiyê têbikoşin.