‘Ya em ê bibin yek ya jî em ê yek bi yek tune bibin’
- jin
- 09:04 24/12/2018
Li Amedê jin bi civînek organîzasyona DAKP hatin gel hev û mijara têkoşîna êrîşên li dijî jinan nîqaş kirin. Jinan tayînkirina qeyûmên şaredariyan wek “dagirkirin” nirxandin û vê peyamê dan: “Em ê bi hêz xwe rêxistin bikin. Ya em ê bibin yek ya jî em ê yek bi yek tune bibin.”