'Gulîstan Dokû li ku derê ye’
- jin
- 13:53 20/1/2020
Aktîvîstên TJA û Meclîsên Jinan ên Rêxistinên HDP’ê yên Stenbol û Rihayê aqûbeta Gulîsan Dokû pirsin û xwestin demildest bê dîtin.
Aktîvîstên TJA û Meclîsên Jinan ên Rêxistinên HDP’ê yên Stenbol û Rihayê aqûbeta Gulîsan Dokû pirsin û xwestin demildest bê dîtin.
Jinên beşdarî 3’yemîn Konferansa Jinan a HDP’ê bûn ji bo Gulistan Dokû ya 16 roj in winda ye vê bangê kirin: “Em jin hemû bi yek dengî biçin Dersimê.”
Xwişka Şehrîban Çati ya ji aliyê Mehmet Salîh Kirmizigul ve hat kuştin Fîgen Bîlmez, diyar kir ku Kirmizigul xwişka wê tim aciz dikir û got: “Xwişka min bi awayekê plankirî hat kuştin.”
Beşdarên Konferansa 3’yemîn a Jinan a HDP’ê gotin: “Em ê rêxistinkirina xwe mezin bikin û em ê bikin ku îsal bibe sala jinan.”
Endama Navenda Mafên jina ya Baroya Amedê Parêzer Muzzeyan Nergîz, ji bo pêşnûmaya qanûnî ya efûyê ya derbarê 'destavêtina' zarokan û zewicandina bi kesê 'dest avêtiye zarokan re' got, armanc sergirtina 'destavêtinê' ye.
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin, deriyê Navenda Şêwirmendiyê ya Jina ya Amîda Jînê jî hat mohrkirin. Tabelaya navendê hat daxistin û wê kirine qehwexane.
TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê, aqûbeta Gulistan Dokû ya 14 rojên li Dersimê agahî jê nayê girtin, pirsîn.
3'yemîn Konferansa Jinan a Mezin a HDP'ê li Enqerê dest pê kir. Di konferansê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, diyar kir ku sala 2019'an bû sala berxwedanê û sala 2020'an jî dê bikin sala serkeftinê.
Li Enqereyê polisan bi ser malan de girt û rêveberên HDP'ê jî di nav de 5 jinan binçav kirin.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, têkildarî Gulîstan Dokû daxuyanî da û got: “Li Dersimê tenê ne mirov, çiya û kevir jî, dibin kontrolê dene. Lê ev 10 rojin agahî ji xwendekareke zanîngehê nayê girtin. Li Kurdistanê mirov windan nabin, tên windakirin.”
Di doza darizandina Hulya Halaçkaya ya hevjînê xwe yê tundî lê dikir kuşt de dozger got “xweparastina rewaye” û xwest bê berdan. Parêzeran jî daxwaza berdana Halaçkaya kir. Lê şandeya dadgehê di girtina Halaçkaya de israr kir.
TJA, ji bo Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel ku 4 sal in girtî ne, beriya ku sibe doza wan li Edliyeya Meletiyê bê dîtin, bi hashtaga "#Ji GutanÛSabahatê re Azadî" banga piştevaniyê kir.
Meclîsa Jinan a HDP'ê derbarê bûyera îstîsmarkirina cinsî de daxuyanî da û got: "Em li dijî polîtîkayên AKP'ê yên dijminantiya jin û zarokan dikin serî natewînin û em rê nadin kesên bi biyrara nepenîkirinê bêcezatiyê meşrû dikin."
Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay, ji bo sîgortaya jinên kedkarên malan çê bibe û teqawît bibin, pêşniyaza qanûnê da.
Meclîsa Jinan a HDP’ê, Komkujiya Parîsê lanet kir û ji bo komkujiyê ev tişt got: “Bi vê êrîşê berxwedana jinan, rêxistina ciwanan û dîplomasiya Tevgera Azadiya Kurd hedef girtin.”