Ji bo berdevkiya TJA'yê Ayşe Gokan hat hilbijartin
- jin
- 17:25 02/2/2020
3'emîn Komxebata TJA'yê bi dawî bû. Ji bo berdevkiya TJA'yê Ayşe Gokan hat hilbijartin.
3'emîn Komxebata TJA'yê bi dawî bû. Ji bo berdevkiya TJA'yê Ayşe Gokan hat hilbijartin.
Jinên beşdarî konferansa TJA'yê bûn, pêşnûmeya "Bi rêya zewacê efû bike" ku tê xwestin di meclîsê re derbas bikin, rexne kirin û gotin: “Ger ku ev pêşnûma bibe qanûn dê felaketên mezin bi xwe re bîne." Jinan destnîşan kirin ku serdest ola Îslamê dikin amûrê rewakirina zewaca zarokan.
Konferansa TJA'yê bi dirûşma "Em jin in ji bo azadiya xwe em hene. Em ji bo guhertinê li ser piya ne" dest pê kir. Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan diyar kir ku TJA mîrateya dîrokê ye û berxwedana sedsalê îro jî didomîne û got: "TJA xwedî li ax, dîrok û serokê xwe derdikeve. TJA ji bo rêxistinbûna jinê ya bakurê Kurdistanê hat avakirin lê niha li cîhanê bûye dengê hemû jinan. TJA xwe gihand hemû jinên cîhanê."
Aktîvîsta TJA’yê Leyla Aşkan a ji bo konferansa jinan ji Wanê diçû Amedê li Tetwanê hat binçavkirin.
Li navçeya Kepezê Bîrol Kose, hevjîna xwe ya berê û keça xwe kuştin, dûre întixar kir. Hat diyar kirin ku biryara bidûrxistinê ya dadgehê ya derbarê Kosê de hebû ye.
Pêşnûmaya ji bo efûkirina faîlên îstismarê di komîsyonê re derbas bû û şandin Meclîsê. Welatiyan destnîşan kir ku li meclîs nîqaşkirina pêşnûmayeke bi vî rengî şermeke mezin e.
Bersûc û parêzerên wî beşdarî danişîna parêzer Muzeyyen Boylû ya ji aliyê Mesût Issi ve hat kuştin nebûn. Parêzerên Boylû gotin ji bo danişîn dirêj bibe beşdarî danişînê nebûne.
Platforma Jinan a Enqereyê beriya danişîna doza Akademisyen Ceren Damar Şenel a ji aliyê Hasan İsmail Hikmet ve hat kuştin, daxuyanî dan û gotin: "Em ji bo Ceren Damar û hemû jinên hatin kuştin edaletê dixwazin. Em dibêjin êdî bes e."
Emdama MYK’a DBP’ê Hatîce Kiye û aktîvîsta TJA’yê Gulcan Kaçmaz, xebatên xwe yên derbarê yekitiya neteweyî ya kurd de û Komxebata Yekitiya Neteweyî ya li Amedê hat lidarxistin nirxandin û gotin: “Jinên kurd wê di xebatê de rolê pêşengtiyê bigirin ser milê xwe.”
Endama Platforma Jinan a Dersimê Nadîde Yalli diyar kir ku li Dersimê hişê zilam û dewletê bûye yek û li dijî jinan şer daye destpêkirin û heke Dersim li dijî vê yekê hevpariyek topyekûn pêk neyne dê tiştek bi navê Dersimê nemîne.
Jinan bertek nîşanî nedanîna şînê ya ji bo Melîke Demîrok ku ji aliyê hevjînê xwe Gokhan Demîrok ve hatibû qetilkirin da û diyar kirin ku ne di şînê de di serhildanê de ne.
Di encamnameya Konferansa Jinan a HDP'ê de wiha hat gotin: "Ji bo pêşketina aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rolê sereke dilîze. Ji ber vê li dijî tecrîda li ser Ocalan emê tim bi biryardarî têkoşîna xwe dewam bikin."
Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr anî ziman ku di 3'emîn konferansa jinê de wan nîqaşên têr û bi hêz kirine û wiha got:"Tevî êrîşan jî jinên ku pêşengiya guhertin û serîhildanê dikin hene. Di demeke her du rastî hevdu zindî dikin de me konferans pêk anî."
Endama Platforma Jinan a Îzmîrê Prz. Gunselî Kaya, bertek nîşanî sererastkirina "efûya bi rêya zewacê" ya ji bo faîlên ku li dijî zarokan sûcên destdirêjî û îstîsmarê kirine da û diyar kir ku nîqaşa efûyê yek ji amûrên meşrûkirina modela civaka ku AKP dixwaze ava bikeye.
Tora Têkoşîna li Diji Tundiya li Ser Jinê ya Jinan a Amedê ku der barê windakirina xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku de lekolîn kirin rapor amade kirin. Torê diyar kir ku gelek delînên giring nehatine komkirin. Torê xwest lêpirsînê ji destê Şaxa Asayişê bigirin û bidin destê yekîneyek bê alî.