• img

    Dayika hewl dide bi 600 TL'yî debara 4 zarokên xwe bike: Kî dibêje xizanî tune ye?

    • jin
    • 09:01 08/5/2021

    Remziye Yel a 59 salî ku li Amedê tevî 4 zarokên xwe di xaniyekî kavilbûyî de dimîne û ji bo debara zarokên xwe bike nêrdewana paqij dike, got: "Wezîr dibêje, li welatê me xizan tune ne. Çawa tune ne? Bila were vî halê me yê perîşan bibîne."

  • img

    Pergala Şer Roja Dayikan li dayikan kiriye dojeh

    • jin
    • 09:01 08/5/2021

    Di roja dayikan de gelek dayik, vê rojê xemgîn û bi êş pêşwazî dikin. Hin dayik, zarokên wan ji bo jiyanek azad û bi edalet jiyana xwe ji dest dan. Hin dayik, zarokên wan ji malê hatin binçavkirin û windakirin. Hin dayik, zarokên wan ji bo debarê di karkerî zevî û înşaetan de kar dikin. Hin dayik zarokên wan li kolanan hatin kuştin. Hin dayik jî li kolanê hatin kuştin û zarokên sêwî li dû xwe hiştin. Lê hişmendiya mêr a serdest tenê salê rojekê wekî "Bihiştê" pênase dike. 364 rojan jî li dayikan dike dojeh.

  • img

    Kesekî Roja Dayika pîroz bike nehiştine

    • jin
    • 09:01 08/5/2021

    Emîne Şenyaşar ku zarokên wê li ber çavên wê qetil kirin, derbarê Roja Dayikan de ev tişt got: “Kesekî ku roja min pîroz bikin nehiştin. Celal û Adilê min roja min pîroz dikirin. Wan jî j imin girtin. Fadilê min jî kirin girtîgehê.”

  • img

    Alîkara Serokê Baroya Amedê: Armanceke me temsiliyeta wekhev e

    • jin
    • 09:01 08/5/2021

    Alîkara Serokê Baroya Amedê ya nû Zûhal Sayilgan Işik, diyar kir ku wê ji bo temsiliyeta wekhev zêdetir di nava hewldanan de bin û wiha got: “Di qada mafên jinan de, ji bo hişmendiya civakî çêbibe dê xebatên me yên zayendiya civakî çêbin.”

  • img

    Bernamzetê AKP'î tacîz kir û gef xwar

    • jin
    • 11:48 07/5/2021

    Bernamzetê AKP’î Feramuz E., gef li jina li cem wî dixebitî xwar û taciz kir. Feramez ê AKP'î got "AKP li pişt min e" û hêj gefên xwe berdewam dike.

  • img

    Daxwaza jinên roman tenê jiyaneke mirovane ye

    • jin
    • 09:04 07/5/2021

    Li Sokeyê roman, ji konan tên derxistin. Jinên roman ku hemû kar û bar li ser milê wan e, anîn ziman ku daxwaza wan tenê xaniyek e.

  • img

    Li Antalyayê mirina biguman a dayik û keça wê

    • jin
    • 16:18 06/5/2021

    Li navçeya Mûratpaşayê dayikek û keça wê li mala ku lê dijiyan, bi awayekî biguman mirî hatin dîtin. Di lêkolîna hat kirin de hat tespîtkirin ku der û pencereyên malê bi folyoyê hatine girtin û di hundir de gaza karbonmonoksîtê hatiye berdan.

  • img

    HDP’ê ji bo Peymana Stenbolê plana çalakiyê derxist

    • jin
    • 15:55 06/5/2021

    Meclîsa Jinan a HDP’ê, wê di 11'ê Gulan de roja Peymana Stenbolê ji îmzeyê re hat vekirin de, li her qadên ku lê ne dê daxuyaniyan bidin û çalakiyan li dar bixin.

  • img

    CFWIJ rapora meha Nîsanê weşand: Tirkiye di rêza yekem de ye

    • jin
    • 14:41 06/5/2021

    Koalîsyona Jinan di Rojnamegertiyê de, rapora xwe ya meha Nîsanê weşand. CFWIJ'ê diyar kir ku binpêkirinên mafan ên rojnamegerên jin herî zêde li welatê Tirkiyeyê rû da.

  • img

    Ji ber pandemiyê danişîna cînayeta Altinmakas taloq kirin

    • jin
    • 12:15 06/5/2021

    Danişîna 2’yemîn a doza cînayeta Fatma Altinmakas a di nava malbatê de rastî tecawizê hatibû û piştî bûyer gilî kir, ji aliyê hevjînê xwe Kazim Altinmakas ve hatibû kuştin, ji ber pandemiyê hat taloqkirin.

  • img

    Hatûn Koç a ji ber tundiyê astengdar ma, derbarê wezaretan de doz vekir

    • jin
    • 11:07 06/5/2021

    Parêzerê Hatûn Koç a di encama tundiyê de ji lingê xwe yê rastê astengdar ma Battal Gazî Încî, diyar kir ku wan derbarê Wezaretên Dadê û Karên Hûndirîn de doza tazmînatê vekirin û got: “Aliyekê sî sûcî daraz û miduriyeta polîsan e.”

  • img

    Li gorî çeteleya JinNewsê 17 jin hatine kuştin

    • jin
    • 10:08 05/5/2021

    Li gorî çeteleya JinNewsê ya tundiya zilaman di meha nîsanê de amade kiriye 17 jin hatin kuştin. 12 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Hat xwestin 5 jin jî bên kuştin.

  • img

    22 parlamenterên HDP’ê derbarê tundiya çawişê pispor de pêşnûmepirs dan meclisê

    • jin
    • 14:48 04/5/2021

    22 parlamenterên HDP’ê tundiya çawişê pispor a li Çewlikê ya li dijî jinekê birin rojeva meclisê û bi daxwaza ku Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay bibersivîne pêşnûmepirsekê dan Serokatiya Meclisê.

  • img

    Di meha nîsanê de 16 jin hatine qetilkirin

    • jin
    • 13:21 04/5/2021

    Li gorî daneyên KCDP’ê di meha nîsanê de 16 jin hatine qetilkirin û 14 jin hî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

  • img

    ŞONIM’ê ji mexdûra tundiyê delîl xwest

    • jin
    • 11:35 04/5/2021

    N.G. a li Îzmîrê bi tundiya derûnî re rûbirû ma li ŞONIM’ê geriya û piştevanî jê xwest. Vê saziyê jî ji N.G. têkildarî tundiyê rapor xwest. N.G. bertek nîşan da û got: “Ji bo ku dewlet me biparêze qey pêwîste cihek me were şikestin?’

LÊGERÎN