Bi gotina ‘em dewlet in’ gefa kuştin û tecawizê xwar
- jin
- 10:29 14/5/2021
Ferhat Korkmaz, di medya civakî de bi gotina “Em dewlet in” gefa kuştin û tecawizê li Sîbel Yildizê xwar.
Ferhat Korkmaz, di medya civakî de bi gotina “Em dewlet in” gefa kuştin û tecawizê li Sîbel Yildizê xwar.
Jinên sendîkayî diyar kirin ku di pêvajoya pandemiyê de hem li cihê kar hem jî li malê keda jinan tê binpêkirin û gotin: "Her ku rêxistinbûyîna sendîkayî kêm dibe jin bêtir bi tenê dimînin."
Li Korfezê zilamê bi navê Bûrhan Emrah Şeker xwest hevjîna xwe Rabîa Bûse Şeker bi amûra birînê bikuje.
Ji bo 10’êmîn salvegera îmzekirina Peymana Stenbolê 78 baroyan daxuyaniyeke hevpar dan û ev tişt gotin: “Em parve dikin ku em dev ji Peymana Stenbolê bernadin û têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.”
Dîlara Ozonûr, diyar kir ku ji ber li hemberî tacîza ku ji aliyê Midurê Herêma Erziromê yê Kargoyê Yûrtîçiyê Mûstafa S. ve lê hatiye kirin bêdeng namey ji kar hatiye derxistin û piştî ku gilî kiriye jî pêşniyara “karê baştir” lê hatiye kirin.
Derûnnas Cemre Oztoprak, diyar kir ku tundiya dîjîtal a dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê, di pêvajoya pandemiyê de bi lez zêde bû û got: “Tundiya dîjîtal bi polîtîkayên bêcezatiyê re dewam dike.”
Li Bazara Semtê ya Jiyanê, zext û zoriyên bazarvanên mêr ên li bazarvanên jin didomin û zabiteyên girêdayî şaredariya navçeyê jî di bin navê "bexşê" de pere berhev kirine. Jinan, anî ziman ku ew naxwazin esnafên mêr bên bazarê û li aqûbeta pereyên hatine berhevkirin pirsîn.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku polîtîkaya tecrîdê ya li hemberî Ocalan herî zêde bandorê li kurdan û jinan dike, lê fatûreya wê li tevahiya civakê tê barkirin û got: "Jin aştî, azadî û perspektîfa jiyana bi hev re diparêzin û bi vî awayî li dijî tecrîdê têdikoşin."
Jinan di salvegera îmzekirina Peymana Stenbolê de diyar kirin ku ew ê teslîmî pergalê nebin û ew ê civakek wekhev û azad bi hev re ava bikin.
Parlamenterên HDP’ê yên jin bi wesîleya salvegera îmzekirina Peymana Stenbolê pankartek bi sûrên Amedê ve danîn. Ayşe Acar Başaran jinan gotina xwe dawî negotiye û peyman di pratîkê de ye û dê dev ji Peymanê bernedin.
Koma Peymana Stenbolê Pêk Bîne, nivîsa “Peymana Stenbolê ya Me ye, Em Dev jê Bernadin” dan Sûrên Topkapiyê.
Di mirina Gurbet Uren de, ku bi guman jiyana xwe ji dest da geşedanên nû derketin holê. Xizmeke Gurbet Uren ku ji ber ewlehiyê nexwest ku navê xwe bide diyar kir ku Uren 35 sal bûn bi tundiya hevjînê xwe re rûbirû dima û hevjînê wê bi dehan caran gefa kuştinê lê dixwar.
Sîmanperî Akyildiz ku bi laçika xwe ya spî li her derê behsa aştiyê dikir, bi şewba Covîd-19'ê ket û jiyana xwe ji dest da. Kurê wê got: "Heya roja jiyana xwe ji dest da jî xewn û xeyala wê, welat bû, têkoşîna azadiyê bû."
Li gor daneyên Wezareta Xizmetên Malbat û Civakê, li Mêrsînê hezar û 343 jin û zarok serî li sitareyan dane. Rêxistinên jinan, destnîşan kirin ku berî ku mal veguherin "hêlîna tahdeyê" demildest divê plana çalakiyê ya lezgîn pêk bê.
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Rihayê, bi boneya Roja Dayikan ji girtiyên jin ên siyasî ku li girtîgehên cuda tên girtin re qert şand. Parlementera HDP’ê Ayşe Surucu, li pêş PTT’ê axivî û ev tişt: “Ji bo dayikan diyariya herî mezin azadî û aştî ye.”