WAN - Ji xeta 51 kîlometreyî ya Kanala Şamran a dîrokî tenê 3 kîlometre ji aliyê DSÎ’yê ve ji şaredariyê re hate dewrkirin, beşek mezin a ava wê jî ji bo HES’ê hate veqetandin. Ev rewş bû sedema hişkbûna baxçeyên dîrokî û zirar dîtina kanalê. Şaredariya Artemêtê ji bo dewrkirina kanalê hewildanên xwe didomîne.
Kanala Şamran a ku ji aliyê Qralê Ûrartûyê Mînûa ve beriya 2 hezar û 800 salan ji bo anîna avê ya ji navçeya Payîzava ya Wanê bo Kela Wanê hatibû çêkirin, tevî hemû êriş û talanan heta roja me ya îro li ber xwe da. Lêbelê di demên dawî de bi destwerdanên çêkirî re kanalê zirarên mezin dîtin.
Yek ji van zirarên mezin jî, biryara meclisa şaredariyê ye ku di serdemê qeyûmê Şaredariya Artemêtê ya Wanê de hatibû dayîn û beşek kanalê bê fonksiyon bûbû.
Bi biryara meclisê ya 2’yê Cotmeha 2023’yan, ji aliyê saziya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ve qadên li taxên Elmalik, Yenîmahalle, Eskîcamî, Yenîcamî û Kiyicakê yên di nava “Qada Avdanê ya Artemêtê” de bûn, ji qada xizmeta avdanê hatin derxistin. Di Meclisa Şaredariya Artemêtê de ya ku di destê qeyûm Îsmaîl Say de civiya, bi hinceta ku van qadan “bi fîîlî ji bo jîngehê hatine vekirin û avahîsaziyeke zêde heye”, biryara betalkirina kanalên avdanê hate dayîn. Di çarçoveya biryarê de hatibû gotin ku ger xwediyên erdan daxwaz bikin, dê hewcedariya ava avdanê ji aliyê qeyûmê Şaredariya Artemêtê ve bê dabînkirin, lêbelê baxçeyên dîrokî bê av hatin hiştin û hişk bûn.
KANALA DÎROKÎ YA ŞAMRANÊ HAT GIRTIN
Ev biryar Kanala Şamranê û xetên avdanê yên pê ve girêdayî, ku yek ji girîngtirîn pergalên avdanê yên Deşta Wanê ye û xwedî dîrokekî bi hezaran salan e, bêkêr kiriye. Bi vê biryarê re baxçeyên dîrokî yên Artemêtê 3 salan bê av man û hişk bûn.
RÊ LI BER RANT Û ÎMARÊ HAT VEKIRIN
Di biryara meclisa qeyûm de hat diyarkirin ku ev qad di çarçoveya plana îmarê ya 1/5000 û plana îmarê ya sepana 1/1000 de ne; herwiha hat destnîşankirin ku DSÎ’yê ji bo daxwazên ava avdanê yên di pêşerojê de hewcehî pê çêbibin, biryara meclisê ji şaredariyê xwestiye. Bi vê hincetê qadên çandiniyê ji bo îmarê hatin vekirin. Bi hişkbûna baxçeyan re îmar li Artemêtê bi lez belav bû û talaneke mezin a ekolojîk pêk hat.
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de Şaredariya Artemêtê dîsa ket destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti). Şaredariya DEM Partiyê di demeke kurt de ji bo Kanala Şamranê dest bi xebatan kir. Şaredariyê serî li saziyên rayedar da da ku beşên kanalê yên ku qeyûm dewrî DSÎ’yê kiribûn paşve werbigire. Di encama serlêdanan de DSÎ’yê tenê 3 kîlometre ji kanalê dewrî şaredariyê kir. Tevî ku ji sedî 70’ê kanalê di nava navçeyê de derbas dibe, ev biryar bû sedema karanîna bêkoordîne ya ava kanalê..
Ava kanalê ber bi Santrala Hîdroelektrîkê (HES) ve hat herikandin. Ji ber vê yekê, kanala ku 51 kîlometre ye mirov tenê dikarin ji 3 kîlometreyan ji bo avdanê sûdê werbigire.
Hevserokê Şaredariya Artemêtê Cemîl Komî, têkildarî mijarê nirxandin kir. Komî diyar kir ku DSÎ’yê tenê 3 kîlometre ji kanala dîrokî dewrî wan kiriye û got ku ev jî dibe sedema hişkbûna qadên hêşîn ên navçeyê û wiha axivî: “Piştî ku me di hilbijartinên 31’ê Adarê de vir dewr girt, rewşa hêşînahiya Artemêtê ne baş bû. Kanaleke ku hêşînahiya vir av dida, diparast, pêş ve dibe hebû; ew jî Kanala Şamranê bû. Kanaleke 51 kîlometre dirêj e ku ji Payîzavayê dest pê dike û heta binê kelehê diçe. Kapasiteya wê ya avdana 7 hezar hektar heye, lê bi taybetî bi şert û mercên guherîna hewayê ya dawî re ava vir ber bi HES’ê ve hat herikandin. Şaredariya Artemêtê protokolek îmze kiribû û bi wê protokolê qada avdanê ya 3-4 kîlometreyî ya li navenda Artemêtê dewrî şaredariyê hat kirin. Kanala sereke ya ku baxçeyan av dide girtin û kirin ku bi awayekî sembolîk biherike. Ev yek jî bû sedama hişbûn û birîna baxçe û tunebûnê.”
‘DIVÊ DSÎ DESTÛRA BIKARANÎNÊ DEWRÎ ŞAREDARIYÊ BIKE’
Komî bal kişand ser helwesta DSÎ’yê ku şaredariyê li derve dihêle û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Wekî endamên meclisa şaredariyê yên AKP û DEM Partiyê, me bi yekdengî biryarek da. Armanca me ev e ku vê avê dîsa bidin vir. Helbet piştî betalkirina protokolê hevdîtinên me bi DSÎ’yê re çêbûn. Hewildanên me yên hatina cem hev a bi welatiyên xwedî baxçe yên li Artemêtê re çêbûn. Lê ji ber ku di navbera saziyan de koordînasyonek tune ye, DSÎ’yê em li derve hiştin. Daxwaza me ev e; heke destûra bikaranîna hemû kanalê dewrî şaredariyê bibe, av dê bêtir bi koordîne bê bikaranîn û avdana baxçeyan dê pêk bê. Armanca me hem dayîna ava Kanala Şamranê ye û hem jî parastina hebûna vê kanalê ya li bajêr e. Ji bo vê em ê xebata xwe bidomînin.”
MA / Zeynep Durgut
