ENQERE - Hat diyarkirin ku rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî û hatibû entubekirin, krîtîk e.
Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol di 14’ê Cotmehê de dema li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê. Li nexweşxaneyê jî careke din xwîn çû ser mejiyê wî û niha li beşa çavdêriya awarte tê tedawîkirin. Di dema tedawiyê de enfeksiyonê sihên Aykol girt û tedawiya wê didome. Bijîşkê Aykol da zanîn ku tansiyona Aykol ku diçe dikeve û hewl didin kontrol bikin.
Bijîşk, got ku xetereya li ser jiyana Aykol di astekî krîtîk de ye û ji bo kontrolkirina tansiyona wî dest bi tedawiya dermanan kirine.
SERDAN DIDOMIN
Serdanên ji bo nexweşxaneya Aykol lê tê tedawîkirin didomin. Di roja 14’emîn de nivîskar Fîkret Başkaya, Wekîla DEM Partiyê Sevîlay Çelenk, Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci, rêveberiya ÎHD’ê û parêzerên OHD’ê çûn serdanê.

