Koma Amed: Em li vir vegeriyan roja ewil, me Evdilmelîk Şêxbekir hest kir

img

AMED - Endamên Koma Amed ên ku piştî 30 salan klamên xwe stirîn, gotin: “Di vegera Amedê de em ji nû ve vegeriyan roja xwe ya ewil a sala 1988’an. Me Evdilmelîk Şêxbekir, hest kir.” Koma Amed, ji bo vegera welêt bangî hemû hunermendên li dîasporayê kir.

 
Li Qada Newrozê ya Amedê bi sedhezaran kes strana “Kulîlka Azadiyê” stirîn. Ruh, deng û têkoşîna damezîner û têkoşerê azadiyê yê li çiya li qadê olan da. Di destan de posterê Evdilmelîk Şêxbekir, li ser zimanan stranên têkoşînê yên ku rexmê 30 salan nehatine jibîrkirin û bûne ayet hatin gotin. 
 
Di salên 1990’an de tevî tundî, qetlîamên li ser Kurdan ligel têkoşînê di qada çand û hunerê de jî afirîneriyên xurt çêbûn. Têkoşîna civakî û têkoşîna hunerî hevûdin mezin kirin. Ciwanên xwendekarên zanîngehê ku gundên wan hatin şewitandin, li metropolan dev ji têkoşînê ber nedan wek rûbarekî beşdarî têkoşînê bûn. Hinek jê ber bi çiyayan ve çûn hinek jê jî agire têkoşînê gur kirin. Evdilmelîk Şêxbekir ê ji rojavayê Kurdistanê, dema li Enqereyê xwendekar bû, pêşengiya damezirandina Koma Amedê kir. Di heman demê di damezirandina Navenda Çand a Mezopotamyayê de jî cih girt. Şêxbekir, bi Koma Amed û gelek xebatên komunal ve piştgirî da hunera Kurdan û têkoşîna wan a hebûnê. Ji ber vê yekê her straneke wan rexmê salan li ser zimanan nehate jibîrkirin. Ji ber vê yekê konsera Koma Amed a piştî 30 salan coş û kelecaneke mezin di nava Kurdan de ava kir û bi hezaran kes beşdarî konsere bûn. 
 
Piştî konsere, endamên Koma Amed Serhat Çarnewa, Memo Gul û Suleyman Çawnewa ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
 
Piştî 30 salan we li Amedê konser da. Hest û ramanên we yên der heqê konserê de çi ne?
 
 
Em pîr bûne lê stranên me hêj ciwan in. Em vê yekê ne tenê li ser navê Koma Amed, li ser navê hemû hunermendên têkoşînê hest dikin. 
 
Memo Gul: Dema me plansaziya konsere kir, me texmîn nedikir ku dê konser û organîzasyoneke wiha mezin be. Dema em di nava xwe de axivîn, me tenê konserê li Amedê plan kir. Piştî parvekirinan me dît ku reaksiyoneke xurt heye. Berî du salan kombûna me jî bi eleqeye mezin ve hat pêşwazîkirin. Atmosfera pêvajoyê jî hebû.   
 
Em fikirîn ku divê Koma Amed li Amedê konserekî bide. Me bi parvekirinekê ve dest pê kir. A rast heta em hatin vir em tênegihîştin ku dê konserekî wiha mezin be. Em pir bi kelecan in, bi şanaz in. Piştî 33 salan em hatin Amedê û me gelê xwe dît. Ev hesteke cuda ye. Bi me re hesta ‘piştî vegera welat, maçkirina axê’ çêbû. Me şeveke pir xweş bi gel û guhdarên xwe re derbas kir.  Ji ber vê ez nikarim vê hestê pênase bikim. 
 
 
Serhat Çarnewa: Helbet ev ne tenê wek konsera komeke mûzîkê hatibû organîzekirin. Xwedîderketine xurt li ruhê salên 90’î hebû. Lewra me ji wê demê wek “demên nehatine qirêjîkirin” pênase dikir. Me hemûyan di nava vê têkoşînê de şerê ji bo hebûnê da. Me jî di salên 90’î de bi MKM’ê ve dest pê kir, berî wê li Enqereyê Koma Amed dest bi xebatên xwe kir. Me dît ku 30 sal bihurîne hêj jî stranên me tên guhdarîkirin. Em pîr bûne lê stranên me hêj ciwan in. Em vê ne tenê li ser navê Koma Amed, li ser navê hemû hunermendên têkoşînê hest dikin. Ev hezkirin û xwedîlêderketin ji bo hemû hunermendên têkoşer û êşkêş e. Me ev wiha fam kir. Jixwe piştî vê konsere hevalên me yên hunermend ên li dîasporayê dibêjin divê em bibin yek. Lewre jiyan wiha ye, divê tu di wê demê de gav biavêjî û tu wê gavê biavêjî tu yê bi serbikevî. Mala wan ava ku em baş pêşwazî kirin û her roj em bi nêzikatiyan me serbilind dikin rû bi rû dimînin. Em ji bo gelek tiştan deydandarî vî gelî ne.  
 
Suleyman Çarnewa: Roja em hatin Amedê, me bêhtir xwe wek hunermendên Kurd dît. Gel bi me huner û qîmeta Koma Amed da hestkirin. Gel wek sonfoniyekî li me guhdarî kir. Ez ne li benda ewqas eleqe, xwedîderketin û pêşwaziyê bûm. Wekî Serhat jî got ev eleqe di şexsê Koma Amed de ji bo hemû hunermendên êşkêş bû. Hunermend kesên hestiyar in, dema hesta xwe winda dikin sermayeya xwe jî ji dest didin. Ev diyariya wan ji bo şanazî ye. Huner û hunermendê Kurd mezin dike. Ev qedirdayîn, ji bo hunermendên ku di nava têkoşîna Kurd de cih girtine, bû.
 
Koma Amed, bi albûma Kulîlka Azadiyê ve dest bi xabatê kir. Lêbelê beriya wê jî heye. Koma Amed çawa kom bû, we çi jiya, dikarin hinek qal bikin?
 
Serhat Çarnewa: Em dikarin Koma Amed bi 3 qonaxan ve pênase bikin. Qonaxa ewil a ku di sala 1988’an de ku Evdilmelîk Şêxbekir jî di nav de bû. Komeke xwendekarên Kurd li hev civiyan. Di wê demê de navê Kurd jî dibû sedema îşkence û girtîgehê, me bi navê Koma Amed albûm derxist. Piştî albûme Evdilmelîk Şêxbekir, derbasî MKM’ê bû, di nava Koma Çiya de cih girt. Hêj Koma Amed derneketibû ser dikê. Piştî vê me di qonaxa duyemîn de bi MKM’ê ve dest pê kir. Wê demê ez, Memo, Suleyman, Serap, Merdan û havalên din hebûn. Di qonaxa duyemîn de albûma me Agir û Mirov derket. Ev qonaxa ruhê têkoşer ê MKM’ê bû. Têkoşîna gelê Kurd gelekî xurt bû, ji ber vê albûm ji stranên şoreşgerî pêk dihat. Piştre me albûma sêyemîn Dergûş derxist. Dergûş, rastî eleqeyeke mezin hat. Piştre qonaxa sêyemîn bi jiyana sirgûnê ve dest pê kir. Ji ewil Memo, Merdan û piştre jî Suleyman ji welat derketin. Li Ewropayê pêvajoyeke din dest pê kir. Lê dema em vegeriyan Amedê wekî ev pêvajo nehatibin jiyîn em vegeriyan sala 1988’an. Me hebûna Evdilmelîk Şêxbekir hest kir. Em ketin qonaxeke nû lê niha ez xwe wek di koma sala 1988’an de hest dikim.  
 
Suleyman Çarnewa: Navê Koma Amedê, li mala Hevşaredarê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli lê hate kirin. Hevjîna wî jî hatibû konserê, niha ew jî şanaz e. 
 
Dema damezirandina MKM’ê li Kurdistanê tundî û qetlîam hebûn. Li dijî vê têkoşîn jî xurt dibû. MKM’ê bi awayeke hunerî ve piştgirî da têkoşînê. Hûn dikarin qala tevkariya MKM’ê ya li têkoşînê bikin?
 
Memo Gul: Beriya ku ez biçim MKM a Stenbolê, ez di MKM a Amedê de bûm. Di salên 1992-93’yan de huner û muzîk hunereke mezin bû. Mirovv nikare wê demê pênase bike. Lê gel dizanibû ku MKM muzîk, çand û hunera Kurdî çêdike û lê xwedî derdiketin. Wê demê kuştinên kiryarnediyar zêde bûn. Kesekî nedikariya derkeve derve. Ez hatim MKM a Stenbolê. MKM'ê gelek xebatên baş kir. Di bin sîwana wê de gelek komên muzîkê, hunermend, komên şano û govendê hebûn. Ji sala 1988’an vir ve Koma Amed saziyek e. Gelek mirov hatin û çûn. Piştre Koma Amed tev li MKM’ê bû. A rast wek berdewamiya MKM’ê ye. 
 
 
Cara ewil e ez dibînim ku ewqas zêde qala Evdilmelîk Şêxbekir tê kirin. Li Amedê qala wî tê kirin. Herkesê ji me re got vegerin jiyana sala 1988’an a ku Evdilmelîk Şêxbekir jî di nav de bû, Amedê ev bi me da hestkirin. 
 
Serhat Çarnewa: Ez wê demê xwendekarê zanîngehê bûm. Tu kes li gorî encama vî karî beşdar nebû. Derdekî em bibin navdar û bibin stranbêj nebû. Kesên ku rojnamegerî jî dikirin û yên dîtir jî xemeke wan ê wiha nebû. Gel ji bo azadiyê têdikoşiya, tevlibûna me ya MKM’ê jî parçeyeke ji wê têkoşînê ye. Me di tu konserekê de pere nedigirt. Carnan di sihbetên xwe de ez pirsa ‘em çawa dijiyan?’ ji xwe dikim. Me ev kar bi şewq û coş dikir. Hevalên me yên zanîngehê jî di rojnameyê de an di ÎHD û hwd de dixebitîn. Me bi hestên pîroz dest bi vî karî kir û wiha domand. Ji ber vê em bi wan hestên paqij vegeriyan. Min li vir, cara ewil dît ku ewqas zêde qala Evdilmelîk Şêxbekir tê kirin. Li Amedê qala wî dikin. Berê tişteke wiha tunebû. Em wek Koma Amed, Çarnewa em distiriyan lê dema her kesê ji me re got vegerin sala 1988’an. Vegerin jiyana ku Evdilmelîk Şêxbekir jî di nav de bû. Gelê Amedê ev bi me da heskirin.
 
Suleyman Çarnewa: Di nava mirovan de helwdana xwe îfadekirinê û beşdariya li têkoşînê hebû. Tu xwendekar û ciwanek bû li metropolan, du rê li pêşiya te hebûn. Rêyek, jiyana nava pergalê bû û ku bi pariyek an bi destûra wê ve te dikaribûya bijî. Ya din jî tevlibûna nava têkoşînê û xwe îfadekirinê bû. MKM ne tenê kurs, fêrbûna tembûrê, an stranê bû. Tiştên ku em li vir fêr dibûn helwest û felsefeya hunermend bû. Li vir ne Kurdbûna pergalê, ya ku têkoşînê ava kirî dihate fêrkirin. Em li vir ne hunera ku kapîtalîzmê fêrî me dike ya ku alternatîfa wê bi sekn û dîroka me îfade dike pêşkêş dikin. Îro em vî karî dikin. Ez li MKM’ê bûm hunermend êdî mirov nikare ji vî ruhî vegere. Gelê Amedê careke din ev bi me da hestkirin.
 
Serhat Çarnewa: Dema me dest pê kirî, eywaneke şanoyê ya (MKM) biçûk hebû. Me di eywanê ji bo 70-80 kesan de şoreşek pêk anî. Niha 500 hezar mirovan pêşwaziya me kirin.
 
Di heman demê de li MKM’ê afirîneriya kollektîf hebû. Bêyî ku kesan tune bihesibîne, kedeke kollektîf hebû. Afirîneriya kollektîf û koman çi li hunera wê demê zêde kir?
 
 
A ku me di konserê dît ne ji ber navdarbûnê bû. Carînan mirov nikare bi tena serê xwe nirxekî ava bike. A ku em li MKM’ê fêr bûn ev bû. Berxwedana kollektîvîzmê ev e.
 
 
Memo Gul: Wê demê tê bîra min, mala doktor hebû em hemû li wir diman. Carînan ez li xwe jî diheyirim. Ma mirov her êvar prova dike? Konser hebûya yan tunebûya jî me her tim prova dikir. MKM jî ne wek niha bû. Herkes di nava hev de bû. Herkes di nava parvakirinê de bû. Min li wir alîkariya Koma Çiya, Gulên Xerzanê û Agirê Jiyan dikir. Carîna hinek wêneyên min hene Serhat li ûdê dide, ez li ensturmanekî din didim, em ji bo Xanemîr esntruman lê didin. Jiyanake wiha ya kollektîf hebû. Ji nû ve kombûna me sekna li dijî populîzmê ye. Niha populîzmeke zêde heye, ji ber vê em dîsa kom bûn. Lewre her kesî her tişt ceriband. Min bi tena serê xwe ceriband, Serhat ceriband, Suleyman ceriband lê wek kom bandoreke din heye. Ev bersivek bû li dijî vê rewşê. Bersiva vê yekê jî tu ji gel û ji civakê digirî. Koma Amed komeke wiha ye. Niha me Agirê Jiyan motîve kir, wan jî konser dan, komên din jî hene dibêjin “em ê derkevin”. Ev çand saziyên me fêrî me kiriye. Huner, kom wiha bû, MKM piştre hat damezirandin ku Koma Amed jî berdewama wê ye.
 
Çavên Serhat Çarnewa tijî dibin, nikare biaxive.
 
Suleyman Çarnewa: Serhat nikare biaxive, ez ji dêleva wî bibêjim. Serhat dibêje, di nava MKM’ê de mirov nikarîbû we wek kes pênase bike. Dema bibêje ez ê bi tena serê xwe vî tiştî bikim an bibim populîst lê dema hat binçavkirin û girtin dê nikaribe bersiva vê bide û felsefeya wê ava bike. Xebata kollektîf baştir e, jixwe tu li wir şoreşger î, jixwe tu li wir li ber xwe didî. Têkoşîn çawa dibe; em bi hevre bi serkevin. 
 
Ne ku bi redkirina rengê kesan, bi tevkariya rengan.
 
Helbet ev bêyî redkirina kesan dibe. Li MKM’ê ev bû çand. Kesên li wir tevî kesayeta xwe bi yên din re dibû hêzek. Ev yek jî ji ber neçariyê bû. Li dijî te pergalek heye wekî din tu nikarî xwe îfade bikî. Niha mirov bi hêsanî dikare xwe îfade bike. Ev çawa dibe bi faceook, Înstagramê dibe. Dibe ku bibe navdar û pere qezenc bikin. Lê ya ku îro e di konserê de dît eleqeya wê bi navdariyê nîn e. Bi avakirina nirx re têkildar e. A ku em li MKM’ê fêr bûn ev bû. Berxwedana kollektîf ev bû. Herkesê bi me qîmeta karên kollektîf da famkirin.
 
Serhat Çarnewa: Gotineke din ez bibêjim nîn e, gotinekek bi nav û deng heye; ‘me bi ciwanî dest pê kir.’ Me jî wiha dest pê kir û wiha domand. Niha hêj ruhê salên 90’î heye.
 
Îro, ruhê kollektîf ê ku MKM’ê ava kiribû, dê çawa zindî bibe? 
 
Memo Gul: Pirsgirêka niha tenê bi kombûna Koma Amed, Agirê Jiyan û Koma Berxwedan çareser nabe. Divê pergala çand û hunera giştî biguhere. Jixwe armanc ne vegera berê ye, veguhestina wî nirxî, ji bo nifşên nû ye. Ger em di vir de bi serkevin dê çareser bibe. Jixwe vegera berê ne tiştekî baş e. 
 
 
Serhat Çarnewa: Em wek Koma Amed, gotin û helwesteke me ya ku “herkes şaş e” nîne. Hinek dixwazin bibin populer, hinek jî dixwazin debara xwe ji vir dabîn bikin. Ez vê red nakim. Lê me hebûna rêyeke din ji bîr kiribû. Niha mirov wê hest dikin; vaye rêyeke din heye. Hûn derdikevin ser dikê, distirê, pere jî nagirî lê 500 hezar kes tên. Nûnertiya viya ji bo me serbilindiyeke mezin e.
 
Suleyman Çarnewa: Ez jî wek Memo difikirim. Li Tirkiyeyê hêza herî birêxistinkirî Kurd in. Ez nikarim ji bo hunermendan tiştekî bibêjim. Di qada siyasetê de partî bi rêxistinkirî ye, xwedî tecrube ye dema tên girtin partiyeke nû vedike û xwe bi rêxistin dike. Li gorî min divê nêrîna li hunermenda ji nû ve bê nirxandin. Hunera Kurd çi ye, hunermend kî ye, rewşa wî û nirx çi ne? Em dikarin rexne bikin lê ev sererast nabe. Di vê mijarê de gelek erk dikeve ser milê me. Di vê serdemê de mirov dikare saziyên çawa ava bikin û tecrûbe û şaşiyên berê çi bûn. Dema ez li MKM’ê dixebitîm, tu kesê ji min re negot ‘tecrubeya te çi ye’. Belkî herkesê dîroka xwe bi xwe dabe destpêkirin.  
 
Di vê pêvajoyê de azadiya Kurdan tê nîqaşkirin. Tevgera Kurd, têkoşîna xwe ya berê wek 'hebûna xwe me bi cîhanê da qebûlkirin' û ya niha jî mîsogerkirina azadiya xwe pênase dike. Dê tevkariya hunerê ji bo têkoşîna azadiyê çi be?
 
 
 
Di mercên aştiyê de berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê me. Em gelê Kurd, çawa ku me di têkoşînê de bi şûn ve gav neavêt. Îro jî divê di mercên aştiyê de em bi coş bixebitin.
 
Serhat Çarnewa: Piştî em hatin vir, me bandora pêvajoyê dît. Amedî caran dibêjin cara ewil e ev 20 roj in em li ser şer neaxivîn, li ser huner û muzîkê axivîn. Ev yek ji bo gel û şêniyên bajêr pir girîng e. Duh me ji Leyla Zana û ji Gulten Kişanakê peyvên ku me pê şanaz dike, bihîst. Gotin: ‘Em ewqas di nava gel de ne, me ewqas bandor nekir.’ Hêzeke wiha ya hunerê heye. Ji bo ev zêde be divê saziyên me piştgiriya me bikin. Ne em tenê, banga me ji bo hemû hevalên me yên hunermend ên li dîasporayê ye. Divê bên vir. Ji bo tevkariya aştî û azadiyê divê bên li ser vê axê bistirên.
 
Suleyman Çarnewa: Di mercên aştiyê de dengê huner û hunermend derdikeve. Ji ber vê, ji vê mezintir firsend nîn e. Em îro dikarin vî şensî binirxînin. Em dikarin dengê gelê Kurd ê bi salan e ku wêje, çand, ziman û stranên wî hatiye bişaftin, bilind bikin. Huner ji bo peywendiya me ya bi gelên din re amûrek e. Mercên aştiyê di heman demê de rêbaza empatiyê ye. 
 
Memo Gul: Dema em ji Ewropayê dinêrin ez ne li bende rewşeke wiha bûm, lewre em her tim di çapemeniyê de tundiyan dibînin. Dema az hatim vir, min dît ku gelê Kurdistanê ji vê pêvajoyê re amade ye. Wekî her car, her tim ên ku di aştiyê de bi israr in civaka xwedî berdêlên mezin e. Min li Amedê ev yek dît. Divê hemû hunermend û rewşenbîr xwedî li vê pêvajoyê dekevin.
 
MA / Dîcle Muftuoglu - Mujdat Can
 

Sernavên din

17:02 Şîna Eşref û Mûstafa Akyildiz bi girseyî hat ziyaretkirin
16:51 Rewşa rojnameger Aykol krîtîk e
16:04 Koma Amed: Em li vir vegeriyan roja ewil, me Evdilmelîk Şêxbekir hest kir
13:53 Fîlozofa feminîst Eva Kittay piştgirî da banga Abdullah Ocalan
13:43 Baroya Amedê komîsyona ‘pêvajoyê’ ava kir
13:29 Cemîl Bayik: Hewceye yasayên entegrasyonê tavilê bên derxistin
13:24 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Kadrî Kaya
12:10 DBP’ê dê ji bo ‘pêvajoyê’ dest bi çalakiyan bike
12:06 Li du barajan serdegirtinên malan: Herî kêm 15 kes hatin girtin
11:44 Serokê Baroya Mêrdînê: Meclis divê êdî gavan biavêje
11:21 'Li ser bingeha hemwelatiya wekhev divê sererastkirinên hiqûqî, zagonî û îdarî bên kirin’
11:11 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê alî di şertên wekhev de hevdîtinan bikin
10:40 Sekretera Jinan a Egîtîm Senê: Necezakirin sûcên li dijî zarokan zêde dike
10:00 Bi hezaran kes tev li Mihrîcana Zeytûnê ya Dêrikê bûn
09:59 Turkdogan: Hinceta 'tundiyê' nema, ger desthilat gav neavêje dê teşhîr bibe
09:34 Li Wanê di 21 mehan de 2 hezar û 299 jin û zarok hedef hatine girtin!
09:32 'Pêdivî bi pêvajoyeke ku Abdullah Ocalan rasterast tê de cih bigire heye'
09:12 Serokê Giştî yê DÎSK Basin Îş'ê Dedeoglû: Ji sedî 95'ê hêza çapemeniyê têra desthilatê nake
09:09 Darên ku bi qamyonan tên veguhastin bi brandayan tên veşartin!
09:05 Girtiyê nexweş Çam, rojê 17 dermanan bi kar tîne
09:00 ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2025’AN
27/10/2025
16:35 Di Projeya Daristana Jinan de 500 şitlên darberûyê hatin danîn
16:30 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
16:20 Bertek nîşanî girtina Asmîn Yildizê dan
16:15 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran derket 11 milyon û 705 hezar kesan
16:08 Ji Kampa Holê 840 penaberên Iraqî çûn welatê xwe
16:00 DFG: Nabe ku dengê aştiyê were sansurkirin
15:22 Şîna Zozan Ayazê bi girseyî hate ziyaretkirin
15:00 Li gorî TUÎK’ê bêkarî ji sedî 8.6 e
14:53 Kurtulmuş: Derbasî serdemeke nû dibin ku dê tenê fikir biaxivin
14:02 Di hilbijartinên Arjantînê de hevalbendê Trump bi ser ket
13:58 ‘Xetere li ser daristanên Merîwanê heye’
11:58 Xelkê Amedê: Tevgera Kurd ji bo aştiyê zelal e, divê dewlet gavan biavêje
11:08 Ji bo Îmamoglû, Yanardag û Ozkan biryara girtinê hat dayin
11:07 Hevseroka Giştî ya SYKP’ê: Karê ewil ew e ku mafên kolektîf ên Kurdan bên naskirin
11:02 Tuncer Bakirhan: Qonaxa duyemîn a pêvajoyê gavên siyasî û hiqûqî ye
Tulay Hatîmogûllari: Gava hatiye avêtin ji bo demokratîkbûna komarê firsend e
10:29 Eren Keskîn: Ya ku divê gavan biavêje dewlet e
10:07 Rojnameger Yurtsever: Divê demildest yasayên pêwîst bên amadekirin
09:58 Xwebûn bi manşeta ‘Komara Şaran’ derket
09:42 Unsal: Divê şertên Abdullah Ocalan derbasî şertên muzakerevanekî bibin
09:00 ROJEVA 27’Ê COTMEHA 2025’AN
26/10/2025
17:50 Şînên Denîz û Sevgî yên HPG’î bi girseyî hatin ziyaretkirin
17:38 Canpolat: Gava ewil azadiya Abdullah Ocalan e
17:29 'PKK tişta dikeve ser milê xwe dike, gavneavêtina dewletê fikaran çêdike’
17:03 Xetereya li ser jiyana Aykol didome
16:54 Tahmaz: Ji bo pêvajoyê hewcehî bi yasayên taybet heye
16:49 Kesên tev li konsera Koma Amed bûn: Ji bo azadiya Rêbertiyê ji her tiştî girîngtir e
16:39 Ji Konseya Fermandariya HPG’ê Devrîm Palu: Heke şert bên avakirin dê vekişîn hêsan be
16:03 Şînên Rewşen Kaçak û Kevser Renê bi girseyê hatin ziyaretkirin
15:43 Gava dîrokî ya Tevgera Azadiyê di çapemeniya cîhanê de deng veda
15:05 Bertekan encam girt: Îranê cezayê îdamê yê 5 Kurdan betal kir
14:58 Akin Bîrdal: Divê êdî cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ were ragihandin
14:47 Ekîncî: Vekişîn, hewldaneke stratejîk e ku bêpevçûniyê xurt dike
14:09 Uçum: Wisa tê fêmkirin ku dê gavên li gorî hiqûqa veguhêz bên avêtin
14:08 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan taloqî 30’ê Cotmehê hat kirin
14:00 Di merasîma dîrokî de çi qewimî?
13:24 Abdulkadîr Guleç: Hewceye yasayên li gorî ruhê pêvajoyê bên amadekirin
Ekîn Yeter: Bi entegrasyona demokratîk re divê aştî pêk bê
12:09 Sabrî Ok: Divê xebatên hiqûqî bên kirin
11:39 Ji AKP’ê daxuyaniya ewil a têkildarî biryara vekişînê
11:38 DEM Partî dê sibe têkildarî gava dîrokî daxuyaniyê bide
11:28 Vaye dîmenên daxuyaniya dîrokî
10:45 Welatiyên tev li mitînga Esenyurtê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
10:01 Li girtîgehên Îzmîrê tehliyeyên 15 girtiyan tên astengkirin
09:59 Wêneyên ewil ên daxuyaniya dîrokî
09:11 Kovara Jinê bi manşeta ‘Çi bi Rojîn Kabaîşê bû?’ derket
09:08 Ji Tevgera Azadiyê gaveke din a dîrokî: Em hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişînin
09:00 ROJEVA 26’Ê COTMEHA 2025’AN
25/10/2025
22:00 Bi sed hezaran kes tev li konsera Koma Amedê bûn
16:47 Di mitînga Esenyûrtê de posterê Abdullah Ocalan hat hilgirtin
16:32 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Êlihê civîn li dar xist
15:53 Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran çalakî hat lidarxistin
15:50 Ji jinan çalakiya 'dara aştiyê'
15:17 Xizmên windayan daxwaza edaletê kirin
14:35 Li Cizîrê ‘Nobeda Edaletê’ di hefteya duyemîn de: Dê têkoşîna me bidome
13:51 Navê nemir ê Kulîlka Azadiyê: Evdilmelîk Şêxbekir
13:15 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Yusuf Nergiz pirsin
12:36 Dê li Kurdistanê 2 mîlyon şitlên berûyê bên çandin
11:59 Dogan Erbaş: Entegrasyon formula çareseriyê ye, dê dewletê jî biguherîne
11:38 Dozgerê ku nexwest 'sûcê zayendî' bibîne, li ser 'şantaj û binpêkirinê' îdianame amade kir
10:46 ‘Em li wargehên KYK’ê ne di ewlehiyê de ne divê em parastina cewherî bi rêxistin bikin’
10:43 Gerîla dê sibê gaveke dîrokî bavêje
09:47 Dr. Saîdogluyê Filistînî: Welatên plana Trump erê kirine piştevanên projeya kolonyalîst in
09:33 Pirtûkên nivîskarê girtî Kahraman nadin wî
09:13 ‘Pirsgirêk bêyî azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan çareser nabe'
09:04 Li Wanê liv û tevgera li Çarşiya Sobevanan zêde bû
09:00 ROJEVA 25’Ê COTMEHA 2025’AN
24/10/2025
21:48 Civîna MYK a DEM Partiyê bi dawî bû
18:31 Li Amedê 6 ciwan hatin girtin
15:59 Saliha Aydenîz: Divê dewlet azadiya rêzdar Ocalan mîsoger bike
15:59 Endamên Koma Amed Tahir Elçî bi bîr anî
15:48 'Zext û binpêkirinên li bendên kontrolê yên leşker û polîsan bi dawî bikin’
15:34 Amedspor: Hedefa me Super Lîg e
14:02 Li Mûglayê keştî noqî avê bû: 14 kes mirin
14:01 Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re hate weşandin
12:59 Der heqê Oznur Degerê de lêpirsîn hat vekirin
11:13 Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê mirineke biguman
10:59 Cendirmeyan wecîbeyên olî asteng kirin, qeymeqam cihê şînê neda
10:53 Dîroka Heskîfê dê bi lîstika ‘Keypa 12500’ bê nîşandan
09:59 Endamên Koma Amed: Em ê konserê bi coşa Newrozê bidin
09:40 Li Xana Axparê qeza: Kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn