ENQERE - Jinên ji Amedê meşiyan Enqereyê banga “bibin aliyekî aştiyê” li hikûmetê kirin û xwestin gavên siyasî û hiqûqî bên avêtin.
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” meş li dar xist. Meşa ku di 1’ê Cotmehê de hate destpêkirin, îro li Enqereyê domiya. Jinan, piştî 7 rawestgehan xwe gihandin Enqereyê û li Guvenparkê civiyan. Jinên dixwestin ji vir ber bi Melisê ve bimeşin, bi berîqetên polîsan hatin astengkirin.
Jinên ku destûr nehate dayin meşê li dar bixin, li vir daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Azadî, azadî, azadiya Rêbertî", "Mafê heviye mafê gelan e”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî tekoşîna jina” û "Jin, jiyan azadî, azad bike Rebertî" berz kirin. Di daxuyaniyê de ji ewil Narîn Gezgor axivî û got: “Heta birêz Abdullah Ocalan azad dibe dê meşa me bidome.”
PEYAMA ABDULLAH OCALAN LI ENQEREYÊ HATE XWENDIN
Piştre jî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo meşê şandibû hate xwendin. Jinan, peyam bi coşeke mezin pêşwazî kirin.
‘DIVÊ DEWLET BERPIRSYARTIYA XWE BICIH BÎNE’
Aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel jî diyar kir ku şer herî zêde bandorê li jinan dike û got: “Aştî ji bo me ne tenê daxwazek e, pêdiviyek e. Em spasiya hemû kesên piştgiriyê didin meşê dikin. Em jin li dijî serdestiya pergala zilam bin. Ji bo wê li Rojava heta hemû cihanê em piştgiriya jinan xurt dikin û dibêjin, Jin, Jiyan, Azadî. Li her derê ku em meşiyan, gel dibêje ‘em aştiyê dixwazin lê ji dewletê bawer nakin’. Me jî daxwaza wan anî Enqreyê. Divê dewlet jî ji bo aştiyê berpirsyariya xwe bi cîh bîne. Gelê me, malbatên me yên bi nirx û gelê Kurd, tevî hemû êşan dibêje aştî.”
‘AZADIYA OCALAN AZADIYA GELÊ KURD E’
Di berdewamê de Sebahat Tuncelê da zanîn ku weke TJA’yê ew ê dosyayeke ku daxwazên wan tê de cih digirin pêşkeşî partiyên siyasî bikin û wiha dom kir: “Werin vê carê em aştiyê pêkan bikin. Me di serî de serdana Girtîgeha Sîncanê kir. Ji bo aştiyê divê di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî werin berdan. Birêz Abdullah Ocalan dibêje ya girîng azadiya gel e. Ew pir bi wate ye. Tevî 26 sal in di girtîgehê de ye azadiya gel dixe pêşiya azadiya xwe. Em jî weke jinên Kurd dibêjin, azadiya birêz Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e. Ji bo aştiyê jî divê aktorê sereke azad be. Heke dê aştî û biratî pêk were ev dê bi wekheviya gelan pêkan be. Bi berdana girtiyên siyasî pêkan be. Em li vir careke din dibêjin hevalên me yên di doza Kobanê de girtî ne, berdin.”
‘HEKE HÛN ÊRIŞÎ ROJAVA BIKIN DÊ KURDÊN LI VIR NESEKININ’
Sebahat Tuncelê, bal kişand ser êrişa li Helebê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrişa Helebê êrişa li dijî gelê Kurd e. Gumanên gel hene û dibêjin, li pişt vê êrişê Tirkiye heye gelo? Ji ber ku Tirkiyeyê li wir her tim piştgirî da hezên cîhadîst. Em jî dibêjin, piştgiriya aştî û çareseriyê bikin. Li rex Şoreşa Rojava cih bigrin. Heke hûn êrişî Rojava bikin, birayên wan yên li vir nasekinin.”
‘EM BI GELÊ FILISTÎNÊ RE NE’
Bi domdarî Sebahat Tuncelê êrişên ser Filistînê bi bîr xist û got ku ew bi gelê Filistînê re ne û ev tişt anî ziman: “Divê Netanyahu demildest li ser xaka Filîstînê derbikeve û gelê Filîstînê azad bibe. Yên ku herî zêde gelê Filîstînê fêm dikin em in.”
‘DIVÊ KOMÎSYON TAVILÊ BIÇE ÎMRALIYÊ’
Sebahat Tuncelê da zanîn ku ew ji bo aştiyê hatine Enqereyê û axaftina xwe wiha qedand: “Divê ew firsend vê carê baş bê bikaranîn. Birêz Abdullah Ocalan di peyama ji me re şand de jî dibêje, ‘Ez muzakereya demokratîk’ diparêzim. Muzakereye demokratîk ne tenê pêkanîna gotina desthilatê ye, pêkanîna gotina hemû kesan e. Divê desthilat vê yekê pêk bîne. Komîsyon divê demildest biçe giravê û ji bo berdana çekan, qanûnên pêwîst derxîne.”