NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên hikûmeta demkî ya Şamê êrişî bendeke ewlekariyê ya li taxa Şêxmeqsûd ya Helebê kir.
Li gorî nûçeya ANHA'yê komên çekdar ên ser bi hikûmeta demkî ya Şamê ve êriş birin ser bendeke kontrolê ya li taxa Şêxmeqsûd ya Helebê. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrîişê da. Hat ragihandin ku êriş li Çerxerêya Şîhanê hatiye kirin.
Di êrişê de 3 endamên çekdar ên hikûmeta demkî ya Şamê birîndar bûne û droneke jî hatiye xistin û wesayîteke komên çekdar hatiye desteserkirin.