WAN - Der heqê Ozcan Pulat ê tê îdiakirin serokê çeteya şantajê ye û gef li rojnameger Oznûr Degerê xwaribû, ji sûcê “Gefa li dijî jinê” doz hate vekirin.
Rojnameger Oznûr Degerê di 29'ê Cotmeha 2024'an de nûçeyeke bi sernavê “Çeteya şantajê ya li Wanê: Ozcan Pulat kî ye?” çêkir. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Pulat, bi tiryakê gelek jin xapandiye û jinên ku bi tundî û gefan re rû bi rû man jî ji neçarî gotinên Pulat qebûl kirine. Di nûçeyê de hat gotin ku ewilî ev jin bi soza kar tên xapandin û piştre jî tiryak û eraqê bi jinan didin vexwarin. Piştre jî wêneyên wan tên kişandin û gef lê tên xwarin.
Piştî nûçeyê, serokê çeteya şantajê Ozcan Pulat gef li rojnameger Oznur Degerê xwar. Li ser vê yekê Oznûr Degerê serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê da û giliyê Pulat kir. Serdozgeriyê, der heqê Pulat de doz vekir. Îdianame, ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve di 12'yê Îlonê de hat amadekirin, ji 9'emîn Dadgeha Cezayên Giştî re hate şandin û hate qebûlkirin. Di îdianameyê de hate xwestin ku Pulat ji sûcê “Gefa li dijî jinê” were cezakirin.
Oznur Degerê ligel parêzeran ji sûcên “gefxwarin” û “heqeretê’ gilî kir û ji ber ewlehiya canê wê tuneye daxwaza girtina biryara dûrxistina Ozcan Polat û xizmên wî kir.
Her wiha, dosya ku berî ku pêşkêşî dadgehê were kirin, ji ofîsa lihevhatinê re hatibû şandin. Piştî ku Oznur Degerê lihevhatin qebûl nekirî, veguherî îdianameyê.
Tê payîn ku Pulat di rojên pêş de ji sûcê “Gefa li dijî jinê” were darizandin.