Di çanda Kurdî de gefa ‘modayê’: Kiras û fîstan ji eslê xwe tên dûrxistin

ŞIRNEX -  Ji berê heta niha kiras û fistan yek ji sembolên çanda Kurdan bû û niha di çarçoveya moda û bazirganiyê ji cewhera xwe tên qutkirin. Şehrîban Ozdemîr ku her tim kiras û fîstanan li xwe dike, got: “Em bi fîstanê xwe hebûn ji ber ku nasnameya me bû. Lê niha ev çand tê tunekirin.”

 
Çanda kiras û fîstan a li Kurdistanê bi gefa bişaftina çandî ya di bin navê modayê de tê kirin re rû bi rû ye. Ji cil û bergên lixwekirinê zêdetir, kiras û fîstan veguherîne sembola berxwedana jinên Kurd, ked û bîra civakê. Ji rengên xwe heta her hûrgiliyê, çîrok û nasnameyekê di xwe de dihewîne. Lêbelê fîstanên di roja me de pêşkeşî piyasayê tên kirin, êdî ji eslê xwe hatine dûrxistin, yektîp û li gorî modayê tên çêkirin. Di salên dawî de bi taybet jî di dawetan de, di cejn û çalakiyên civakî de tê dîtin ku kiras û fîstan pir zêde ji eslê xwe hatine dûrxistin. Li şûna qumaşê kevneşop, qumaşên sentetîk girtiye. Vê jî nexşên resen û keda destan hema hema tune kiriye. Xerabûna aliyê çandî, dike ku nifşên nû ji çanda xwe biyanî bijîn. Ev yek jî weke mudaxileyeke plankirî ya li dijî çanda Kurdî tê nirxandin. 
 
Şehrîban Ozdemîr ku bi sala ye kiras û fîstanan li xwe dike û êdî kiras û fîstan bûne parçeyeke jiyana wê, bal kişand ser bandora cilûbergên çandî ya li ser nasnameya neteweyî. 
 
 
DI BIN NAVÊ ‘MODA’YÊ DE MUDAXILEYÎ ÇANDÊ TÊ KIRIN 
 
Şehrîban Ozdemîrê got ku kiras û fîstan ne tenê cil û berg in lê di heman demê de nasname ye û got: “Fîstanên me ji rengên zer, spî û kesk pêk dihatin. Di nava jiyana rojane de jî me li xwe dikirin. Li geştê, di dawetan de û li her derê me li xwe dikir. Di demên berê de me kofiyên xwe dixistin serê xwe û şûtikên xwe dixistin pişta xwe. Gelek caran reng an jî şêweyê dirûnê, nîşan dida ka tu ji kîjan eşîrêyî yan jî ji kîjan herêmê yî. Ev cil û berg ne tenê cil û berg bûn, di heman demê de nasnameya me vedigot. Lê nifşên nû fîstanan li xwe nakin. Lê fîstanên xwe me bi xwe di dirû û bi serfirazî li xwe dikir. Niha bi dirûvanan didin dirûtin û ji şêweyê wê heta rengê wê mudaxileyî her tiştekî dikin. Xweşikiya dema berê, resenatiya wê û wateya wê hema hema winda bûye. Her kesî bi çanda me ya fîstanan dizanî. Em bi fîstanên xwe hebûn ji ber ku nasnameya me bû. Lê niha hewl didin vê çandê tune bikin.” 
 
Bi domdarî Şehrîban Ozdemîrê got ku ji bo ev çande tune nebe divê têkoşîn hebe û wiha pê de çû: “Berpirsyartiya me ye ku em vê çandê biparêzin û derbasî nifşên nû bikin. Roja xwe nas dikim heta niha fîstanan li xwe dikim. Dema li xwe nekim xwe gelek nebaş hîs dikim û weke ku cilên li ser min ne yên min bim, hîs dikim. Wê demê tiştekî ne aydê xwe çima li xwe dikim? Dema berê her kesekî fîstan li xwe dikir, ev tiştekî pir asayî bû. Lê niha kesên fîstanan li xwe dikin bi çavekî cuda lê dinerin ku ev jî veguherîna me ya çandî nîşan dide. Fîstan veguherandin amûrekî bazirganiyê û di bin navê modayê de çanda fîstanê tune dikin.” 
 
JI ESLÊ XWE DÛR DIXIN 
 
Berat Findik ku hem kiras û fîtanan didirû hem jî difiroşe jî got ku mudaxileyeke mezin li dijî fîstanan heye. Findik, mînakên vê mudaxileyê da û wiha domand: “Weke mînak, di demên berê de di fîstanan de milên kurt, milên nîv an jî pelerîn nebûn, ev tevek piştre derketin. Lewendiyên vekirî nebûn. Her wiha berê kesekî fîstan kirê nedikir. Li her malê her jinê fîstanê xwe hebû, bi hûr û kûr hatibû çêkirin. Lê niha fîstan bûye amûra bazirganiyê û modayê. Fîstanên berê xwerû bûn û biwate bûn. Nexş û qumaşê wan resen bûn. Lê niha dirûvan şîroveya xwe lê zêde dikin. Mixabin eleqeya ji bo fîstanên berê kêm bûye. Niha tenê di dawetan de li xwe dikin. Ji ber van mudaxileyan, ji eslê xwe hatiye dûrxistin. Ji ber ku feraseta modayê tiştên zêde xemilandî, bi kevir û tiştên biha ye, di nava jiyana rojane de li xwe nakin. Di demên berê de fîstan ewqas nedihatin xemilandin û tiştên biha li ser nebûn. Jinan bi rehetî li xwe dikirin. Niha di bin navê modayê de pir biha kirin û ji eslê xwe dûrxistin. Jin nikarin bikirin lewma di jiyana rojane de li xwe nakin. Bi vê yekê re ev çand gav bi gav tê tunekirin. Erê rast e niha hêj di dawetan de li xwe dikin lê tu eleqeya van fîstanan bi fîstanên berê re nîne. Ev yek, bişaftina çandî ye.” 
 
MA / Zeynep Durgut 
 
 
 
 

Sernavên din

13:34 Komîsyon dê vê hefteyê li akademîsyen, komele û weqfan guhdarî bike
13:30 Xelkê Amedê: Divê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike
13:19 Dê li 3 bajaran ji bo ‘Mafê hêviyê’ meş bên lidarxistin HATE NÛKIRIN
12:36 Di cînayeta nefretê de tê payin mutalaa were pêşkeşkirin
12:28 KNK: ‘Jin, jiyan, azadî’ çirûska avakirina civakek demokratîk û azad e
12:24 Ji 39 jinan ji bo KE’yê nameya ‘mafê hêviyê’
12:16 Erol hevdîtina dawî ya li Îmraliyê vegot: Divê pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe
11:33 Li girtîgehên Tîpa S û Ewlehiya Bilind tecrîd didome
10:44 Di çanda Kurdî de gefa ‘modayê’: Kiras û fîstan ji eslê xwe tên dûrxistin
10:14 Rewşa Îranê ya piştî 'Jin, jiyan, azadî': Jin li bendê namînin, ava dikin
09:57 Komîteya Wezîran ji bo ‘mafê hêviyê’ dicive: Tê payin ku biryara navberê bê dayin
09:28 Xwebûn bi manşeta ‘Mafê hêviyê gerdûnî ye’ derket
09:00 ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2025’AN
09:00 Parêzer ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin
08:03 Li Êlihê êrişa çekdarî: Dayik, bav û 2 zarokên wan hatin qetilkirin
14/09/2025
16:17 Mûrat Arslan piştî 30 salan hate berdan
15:43 Çalakiya Belucan di meha 3’yan de didome
14:46 Li Mêrdînê TUHAD-DER hate avakirin
14:27 10 rêxistinên zarokan ji bo Şerîfe Mihemedî bang kirin
14:10 Li gelek bajaran çalakiya ‘mafê hêviyê’: Biryara DMME’yê bicih bînin
13:18 Ocalan ji eşîrên Ereb re name şand: Ji bo Sûriyeya demokratîk hûn dikarin rolekî girîng bilîzin
13:04 Serkeftina Kobanê ji bo gelan bû hêvî
12:24 HSD: Hêzên hikûmeta Şamê li Dêrazorê êrişî hêzên me kirin
12:21 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê birçîtiyê mûçeyê kêmtirîn derbas kir
12:04 Jody Williams: Tirkiye mecbûr e gavên li gorî pêvajoyê biavêje
12:03 Ji IPPNW Swîsreyê nameya ‘mafê hêviyê’: Divê tavilê bikeve meriyetê
12:03 Berxwedana li pişt dîwaran: Çalakiya ewil di qawîşa jinan de dest pê kir
11:22 Krîz û hişkesaliyê bandor li amadekariyên zivistanê kir
10:46 Li Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyon: 8 kes hatin binçavkirin
10:41 Li Rojava sala nû ya perwerdeyê dest pê kir
10:39 ‘Bi veguherîna civakê re dikare pêşiya tundiya ser jinan were girtin’
10:15 Parêzer Guneş: Ocalan şensê dawî yê vê dewletê ye
09:57 Konsey dê bi rojeva ‘Mafê hêviyê’ bicive: Divê gav bên avêtin
09:40 Li Geliyê Xursê xetereya hişkesaliyê
09:17 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:16 Ji Çiyayên Kazê ber bi Bestayê ve: Em dikarin bi hev re xwezayê azad bikin
09:03 Li ser daxwaza zanîngehê parvekirinên têkildarî Rojîn Kabaîşê hatin astengkirin
08:56 ROJEVA 14’Ê ÎLONA 2025’AN
13/09/2025
16:46 Nêrgiz Mihemedî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hê zindî ye
16:03 SOHR: Li Siwêdayê 2 hezar û 38 kes hatine kuştin
15:47 Xwestin kesên li Siwêdayê hatine revandin bên berdan
15:32 Karayilan: Bêyî azadiya Rêber Apo aştî ne pêkan e
15:26 Rêxistina Efûyê: Divê Şerîfe Mihemedî demildest bê berdan
15:16 Ji bo girtiyên nexweş Poyraz û Îvrengî doza berdanê kirin
14:48 Parlamenterê îtalî: Divê Konseya Ewropayê mudaxilî doza Ocalan bibe
14:36 Ji Ocalan peyam ji bo festîvalê: Divê têkoşîna li ser axa xwe armanca me ya sereke be
14:10 Xizmên windayan: Komisyonê ava bikin û kiryaran eşkere bikin
13:30 Ji şahidê windakirina Kenan Bîlgîn name ji bo Dayikên Şemiyê
12:51 33’yemîn Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê dest pê kir
12:04 Abdullah Ocalan nameyek ji eşîrên ereban re şand
11:30 Profesor Eva Illouz: Ocalan ne şer, aştiyê hilbijart
11:07 Li Agiriyê teyrokê li gulberojan xist, lêçûn zêde bûn
10:22 Sushîla Karkî bû serokwezîra jin a ewil a Nepalê
10:04 Serşêwirmendê Erdogan, Hamdî Kiliç mir
10:01 Erdogan grevê qedexe kir
09:55 Cinayeta Dûrdû: Nexşeya cihê lê hat qetilkirin hat guherandin
09:14 Li herêma Kamçatkayê bi pileya 7.4 erdhej
09:11 'Bêyî şert û şirût divê mafê hêviyê bê pêkanîn'
09:06 Piştî 36 salan li gundê xwe nobed girtin: Em gundên xwe ava bikin
09:05 Dîrektorê IHRNGO'yê: Mirovan tiştên hatine serê wan di Jîna Emîniyê de dîtin
09:03 Bi ser şaredariya CHP'î de hat girtin
09:00 ROJEVA 13'ê ÎLONA 2025'AN
12/09/2025
18:11 Li Agiriyê hevdîtina jina
18:07 Civîna 9'an a Komîsyona Meclisê bi dawî bû
15:47 Meşa ‘Azadiyê’ ya ciwanan di roja 3’yan de didome
14:44 Civîna 9’an a komîsyona Meclisê dest pê kir
13:55 Bi ser derbeyê re 45 sal derbas bûn: Em bi hev re pêşerojeke demokratîk ava bikin
13:48 Trump û Serokwezîrê Qeterê dê bicivin
12:53 Li Pakistanê lehî rabûn: 2 milyon kes hatin tehliyekirin
12:44 Li Nepalê dê ji bo hikûmeta demkî muzakere bên kirin
12:18 Muzîkjenê navdar Wecker: Ji bo aştiyê şert e ku Abdullah Ocalan azad bibe
12:00 MAF-DAD'ê têkildarî ‘mafê hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re name şand
11:49 Remzî Kartal: Nûnerên dewletê divê dev ji vî uslûbê xwe yê xerab berdin
10:58 Bahçelî: Ji bo aştî bifire divê du baskên wê hebin
10:23 KJK: Heta Rêber Apo azad nebe çareserî pêk nayê
10:10 Bhaskar Sunkara: Banga Ocalan ji bo pirsgirêka neteweyî rêyeke alternatîf pêşkeş dike
09:52 Xelkê Wanê: Rojîn Kabaîş hate kuştin, kuj di nav gel de ne
09:15 Hevseroka PJAK'ê: ‘Jin, jiyan, azadî’ serdema şoreşeke nû da destpêkirin
09:12 'Divê têkoşîna aştî û demokrasiyê bi hev re bimeşe'
09:10 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê: Bi bedenên xwe dîrok nivîsandin
09:06 Nivîskar Mûkkades Erdogdû Çelîk: Hêzên demokrasiyê li dijî pêkanînên 12'ê Îlonê li ber xwe didin
09:05 Ambargoya li Mexmûrê giran dibe: Dixwazin kampê ji jiyanê xalî bikin
09:05 Çemê Mûradê bi gefa siyanurê re rû bi rû ye: Dê bi sedhezaran mirov jehrî bibin
09:04 Ji bo rabûna li dijî talankirina xwezayê ji Stenbolê hat Bestayê
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2025'AN
11/09/2025
19:37 Gulistan Koçyigit: Divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere
16:13 Kurtulmuş: Peywira komîsyonê ew e ku xebatan bigihîne encamê
16:06 Saziyên serî li Konseyê dabûn xwestin têkildarî ‘mafê hêviyê’ sererastkirin bên kirin
15:33 DEM Partî çû serdana CHP’ê
15:18 Beriya serdana DEM Partiyê dorpêça li ser avahiya CHP’ê hat rakirin
15:17 Komîsyona Meclisê cara 8’an civiya
15:06 Ayşe Gokkan nehat berdan: Divê Ocalan azad bibe
13:19 28’emîn Kongreya Bijîşktiya Diranan a Navneteweyî dê li Amedê bê lidarxistin
13:10 Di konferansa TUC’ê de banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
12:05 Li Şerîaya Rojava herî kêm 26 Filistînî hatin binçavkirin
12:04 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon tavilê biçe Îmraliyê
12:01 Îsraîlê êrişî Husiyan kir: 35 kes mirin, 131 kes birîndar bûn
11:31 Danişîna doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:22 Ji bo rojnameger Guneş biryara beraetê hat dayin
11:12 Polîsê Efe Tektekîn bi TOMA’yê qetil kirî dê jinûve bê darizandin