AMED - Li Amed, Wan û Mêrsînê dê bi boneya “Mafê hêviyê” meşên girseyî bên lidarxistin. Banga tevlibûna meşan hate kirin.
Bi pêşengtiya Platformên Saziyên Demokratîk dê di 17’ê Îlonê de li Amed, Wan û Mêrsînê bi dirûşma “Ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo em ber bi aştiyê ve dimeşin” meş bên lidarxistin. Têkildarî meşên dê bên lidarxistin, li avahiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin (MEBYA-DER) a Amedê daxuyanî hat dayin. Kurdiya daxuyaniyê Hevserokê MEBYA-DER’ê Ramazaqn Dengîz û ya bi Tirkî jî ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Nûr Aytemûr xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê di 15-16-17'ê Îlonê de "Mafê Hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan binirxîne û wiha hate gotin: “Em jî bi armanca ‘Mafê Hêviyê’ bê erêkirin û azadiya birêz Ocalan pêk bê, li Amedê Meşa Azadiyê li dar dixin. Bi hesta xwedîderketina vê armancê em tevî gelê xwe vedixînin vê meşa girîng.
MEŞA LI AMEDÊ
Di daxuyaniyê de agahiyên têkildarî meşa li Amedê agahî hatin parvekirin. Hat destnîşankirin ku meş dê di 17’ê Îlonê saet di 16.30'ê de li pêşiya Girtîgeha Tîpa E a Amedê ya berê dest pê bike û li pêşiya Ofîz AZC Plazayê bi dawî bibe. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgde Kiliçgun Uçar dê tev li meşê bibe.