NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî li Siweydayê li hemberî Durziyan dest bi êrîşan kir. Piştî ku Durziyan bersiv da êrîşan li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin.
Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ku ji aliyê Heyat Tehrîr El-Şam ve hatiye avakirin, şevê din ji gundewarê rojhilatê Deraayê heta gundên El-Seilê û Dîbên ku beşek ji herêma Siweydayê ne, dest bi êrîşên dijwar kirin. Komên êrîşkar ku li Siweydayê agirbesta di navbera Hikûmeta Demkî û hêzên Dirûz de binpê kirin, heta serê sibehê bi topên hawan û topan her du bajarok bombebaran kirin.
Li gorî nûçeya ANHA'yê şervanên Durzî bersiva êrîşan dane û piştî pevçûnan êrîş beriya ku bigihêje armanca xwe hatiye pûçkirin Hat ragihandin ku pevçûn bi dijwariyeke mezin dewam dikin.