NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Îranê ragihand ku piştî êrîşên Amerîkayê çarenûsa zêdetirî 400 kîlouran ûranyûma dewlemendkirî ne diyar e.
Piştî êrîşên DYA'yê yên li ser tesîsên nukleerî yên Îranê di meha Hezîranê de çarenûsa zêdetirî 400 kîlo ûranyûma dewlemendkirî ne diyar e. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Arakçî di hevpeyvîna xwe ya li gel rojnameya Financial Times de diyar kir ku hê jî asta zerarê tê nirxandin û xwegihandina hin tesîsan ne pêkan e.
Wezîr Arakçî têkildarî bê ka beriya êrîşê madeya nukleerê hatiye veguhestin an na got, "Min nameyek ji Midûrê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Grossî re şand. Min anî ziman ku ji bo parastina madeyê em dikarin hin tedbîran bigirin, lê min neda xuyakirin ku me ew veguhastin.
Arakçi da zanîn ku dibe ku ûranyûm bi qismî xera bûye yan jî xera bûye, lê nirxandina dawî hînê neqediyaye û wiha got: "Îran xwedî zanebûn, tecrube û zanyaran e; em dikarin ji nû ve ava bikin. Me gelek santrofûj winda kirin, lê hê jî kapasîteya me ya dewlemendkirina ûranyûmê heye."