Adar hat bihar hat
- ekolojî
- 10:27 11/3/2020
Bi hatina meha Adarê re xwezayê bi dengê xwe mizgîniya biharê da welatiyan. Pelê daran bişkivîn û kulîlk li daranket.
Bi hatina meha Adarê re xwezayê bi dengê xwe mizgîniya biharê da welatiyan. Pelê daran bişkivîn û kulîlk li daranket.
Cotkarên mêrdînî ku DEDAŞ bi fatoreyên zêde li wan dibire û timik ceyranê li ser wan qut dike hatin gel hev û biryar dan ku îsal garis û pembû daneynin û erdên xwe vala bihêlin.
Komîsyona Ekolojiyê ya ÎHD'a Edeneyê di rapora xwe ya der barê tesîsa polîpropîlenê de ku tê xwestin li Ceyhana Edeneyê bê avakirin, bal kişand ser zirara ku dê tesîsa navbirî bide mirovan û xwezayê.
Prof. Dr. Beyza Ustun, diyar kir ku Bendava Ilisûyê bendava ewil e ku di bin navê ewlehiyê de hatiye çêkirin û got, ji ber vê mirov mecbûr mane herêmê biterikînin. Rêvebirê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Nazmî Algan jî got, wê êdî ev bendav bibe sedema nexweşînan.
Derdorparêz ji bo parastina Baxçeyên Hevselê û Geliyê Dîcleyê dê serî li Peymana Ramsar a navnetewî ku Tirkiye jî terefê wê ye bidin.
Li Mêrsînê şêniyên Taxa Karadûvarê li dijî avakirina Fabrîkaya Polîproplînê bûn yek û platformek ava kirin. Berdevkê Platforma Hawirdorê Yûsûf Ûygûr, destnîşan kir ku heger fabrîke bê çêkirin wê masîvanî û sewalvanî nemîne.
Prof. Dr. Erdogan Atmiş, diyar kir ku her diçe daristan kêm dibin û got, gotinên wekî "me daristanek nû ava kir" tenê xapandin e.
Koordînasyona Heskîfê ji bo Heskîfê û Geliyê Dîcleyê bang li hemû aliyên hestyar kir û saziyên civakî yên sivîl û partiyên siyasî jî ji bo hestiyar nêzî Heskîfê nebûn xwe rexne kirin.
Pengara Bendava Ilisûyê her diçe bilind dibe û pê re rêya di navbera Heskîf û Geliyê Dîcleyê de jî di bin avê de ma.
Ji ber Bendava Ilisûyê gorên 199 jîngehan di bin avê de dimînin. Her wiha serlêdanên malbatan ên ji bo veguhastina goran jî bêbersiv mane.
Platforma Parastina Hevselê, ji pêkhatiyên xwe yên ku ji bo pêşkêşî heyeta UNESCO'yê bikin, di Nîsanê de li Sûrê lêkolîn bikin û raporê amade bikin xwest ku tev li xebatên raporê bibin.
Xebata ku Hevparên Meclîsa Bila Mûnzûr Azad biherike, ji bo rê li pêş bermahiyên kanalîzasyona li Pulûrê diherike Çemê Mûnzûrê, bi encam bû. Meclisê diyar kir ku xebatên wan encam girtin û tesîsa ku plan dikin dê derxin îhaleyê.
Berdevka EGEÇEP'ê Alîme Yalçin Mîtap, ji bo 511 parsel erdên ku hatine îstîmlaqkirin got, ev yek asta rant û bêhiqûqîtiyê nîşan dide. Parêzer Arîf Alî Cangi jî bang li xwediyên erdan kir ku ji bo betalkirina biryarê dozê vebikin.
Berdevkê Komeleya Xweza û Derdorê ya Germencikê (GERÇED) Metin Aydin, diyar kir ku JES ên li Aydinê tên avakirin hewayê qirêj dikin û tenduristiya mirovan dixin talûkeyê.
Li Navçeya Tercanê ya Erzînganê dixwazin Projeya Kana Kromê têxin meriyetê. Kesên zana diyar kirin ku ev proje dê li ser tenduristiya mirovan û derdorê bandorek xerab pêş bixe û ji bo proje betal bibe rapor amade kirin.