ENQERE - Endamên TJA’yê yên ku ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” meş li darxistin dê li Meclisê bi partiyan re hevdîtinan bikin.
Endamên Tevgera Jinên Azad ên ku di 1’ê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve meşiyan, piştî daxuyaniya li Guvenparkê meşa xwe bi dawî kirin û dê rapora xwe pêşkêşî endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê bikin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û endamên TJA’yê Ayla Akat Ata, Hulya Alokmen û Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr a ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin, dê bi nûnerên sê partiyan re bicivin.
Şandeya TJA'yê dê bi endamên komîsyonê yên AKP’ê re bicive. Herwiha şandeyê piştî vê civînê bi endamên komîsyonê yên Partiya Yenî Yol ê re û sibe saet di 10.30’an de dê bi endamên komîsyonê yên CHP’ê re bicive.