Karkerên bêkar ku 1’ê Gulanê pêşwazî dikin: Bila Kod-29 were betalkirin
- aborî-ked
- 09:00 29/4/2021
Karkerên bi sepanên kêfî û Kod-29’ê ji kar hatine avêtin, diyar kirin ku ew ê berxwedana xwe veguhezînin 1’ê Gulanê û xwestin Kod-29 were betalkirin.
Karkerên bi sepanên kêfî û Kod-29’ê ji kar hatine avêtin, diyar kirin ku ew ê berxwedana xwe veguhezînin 1’ê Gulanê û xwestin Kod-29 were betalkirin.
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû diyar kir ku 1’ê Gulana çîna karkeran di pandemiyê de bi pirsgirêkên kûr dibin re rûbirû maye û banga mezinkirina têkoşînê li karker û kedkaran kir.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, ji bo 1’ê Gulanê ya sibê li Qada Deriyê Çiyê bê pîrozkirin, banga tevlîbûnê kir.
Li gundê Hirik a girêdayî Wêranşarê, ekîbên DEPSAŞ’ê bi eskeran re ceyrana cotkaran birîn.
Berdevkê Serdemê yê KESK’a Antalyayê Nûrettîn Sonmez, diyar kir ku rexmî her tiştî jî ji bo li dijî sermayeyê yekitiyê derxin holê di 1’ê Gulanê de dê li qadan bin û bi coşeke mezin pîrozbahiyan pêk bînin.
Şêniyên Wanê diyar kirin ku bi destpêkirina ji binî ve qedexekirinê wê bêkar bimînin û wê nikaribin debara xwe bikin û wê xelk birçî bimîne.
Bernameya 1’ê Gulanê ku dê îsal ji aliyê DîSK, KESK, TTB û TMMOB’ê ve bi dûrişmeya “Her roj 1’ê Gulanê, her der 1’ê Gulanê” bê pîrozkirin, diyar bû.
IMF’ê, aşkera kir ku li gorî dahata neteweyî ya welatan Tirkiye yek ji 3 welatên ku herî kêm piştgiriyê dide welatiyên xwe ye.
Latîf Abî 58 salî ye. Gundê wan hatiye valakirin û koçî navenda Wanê kiriye. Debara xwe bi berhevkirina kartonan dike û tevî gelek zehmitiyan jî neçare bixebite û nan bibe nav zarokên xwe.
Odeyên pîşeyî û sendîkayan ên Wanê, diyarkirin ku e wê 1’ê Gulanê di 30’ê nîsanê de pîroz bikin û banga tevlîbûnê kirin.
Karkerên ku li cihê lê dixebitin daxuyanî dan, bi gotina: “Ji bo her kesî kar, pêşerojek bi ewle û ji bo şertên xebatên yên weke mirovan di 1’ê Gulanê de li qadan bin” bertek nîşanî qedexeyan dan.
Li bajarê Rihayê ku di rêza yekemîn a hilberîna pembû de cih digire, îsal jî tovên wê hatin reşandin. Di hilberîna pembû ya par de, ji sedî 60 kêmbûn çêbû. Îsal, cotkaran ji ber maliyeta zêdebûye, hêviyên xwe ji pembû qût kirin.
Seroka EMEP’ê ya Îzmîrê Emîne Ûyar, bertek nîşanî qedexekirina 1’ê Gulanê da û got: “Hemû cihên karker lê dixebetin, ew der qadên 1’ê Gulanê ne. Em bangî hemû kedkar û karkeran dikin ku di 1’ê Gulanê de li qadan bin.”
Agir bi depoyake xirdevatan a li navçeya Arnavûtlûkê ket û 4 karkerên pakistanî jiyana xwe ji dest dan.
Karkerên înşeatê, bertek nîşanî qedexekirina 1’ê Gulanê dan û gotin: “Li cihê kar em li kêleka hev dixebitin. Bi awayekê qerebalix li otobusan siwar dibin. Di van deman vîrûs me nagire, ma wê di 1’ê Gulanê de me bigire? Ji bo wan destûr heye, çima ji bo me tuneye?”