Karê çandiniya Anadolê li ser pişta karkerên Rihayê ye
- aborî-ked
- 09:08 03/5/2021
Her sal di demsala biharê de zêdeyî 80 hezar karkerên çandiniyê yên demsalî ji Rihayê koçî Anadoliyê dikin û karên zeviyan dikin. Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Rihayê Ziya Çalişkan, têkildarî polîtîkayên hikûmetê yên li dijî Rihayê diyar kir ku îqtîdar mirovên li ser vê axê bi birçîbûnê terbiye dike û wan neçarî karê şertên giran dike.