ÎZMÎR - Xwendekarên Zanîngeha Egeyê ku dest bi sala nû ya hîndekariyê kirin, zêdebûna bihayê kafeterya û wargehên KYK'ê bi bîr xistin û destnîşan kirin ku bursên ku werdigirin têrê nakin.
Bi destpêkirina sala nû ya hîndekariyê li zanîngehan, xwendekar dest bi sala nû ya akademîk dikin. Xwendekarên ku li derveyî warê dixwînin bi zehmetiyên darayî re rû bi rû dimînin. Her çend bursa Saziya Kredî û Wargehên Xwendinê (KYK) 3 hezar TL be jî, zêdebûna xercên wargeh û xwaringehê jî li ser xwendekaran bargiraniyekê çêdike. Xwendekar bi pirsgirêkên perwerde, xwarin û xênî yên nebaş re rû bi rû dimînin. Xwendekar neçar in ku dema xwendinê bixebitin da ku lêçûnên xênî û xwarina xwe bidin.
Xwendekarên Zanîngeha Egeyê pirsgirêkên ku ew pê re rû bi rû dimînin anîn ziman.
Berke Bozkurt diyar kir ku divê bursa KYK'ê ji bo xwendekaran herî kêm 10 hezar TL be da ku debara xwe bikin û got: "Daxwazên me zanîngeheke xweser, demokratîk, laîk û zanistî û em dixwazin wekî xwendekar werin dîtin, ne wekî xerîdar."
Hatice Bozdag, xwendekara Beşa Sosyolojiyê ya Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Egeyê diyar kir ku burs têrê nake û got ku tiştên ku divê wekî luks neyên hesibandin, tên paşguhkirin. Hatice Bozdagê got: "Dema ku ez nû hatim, xerca veguhastinê 5 TL bû. Piştî wê, ew bû 10 TL û di dawiyê de, 15 TL. Niha em dûr metroyê disekinin ji ber ku ew pir biha ye. Dema ku em xerca veguhastinê li bursa KYK ya ku ji hêla dewletê ve tê dayîn zêde dikin, pereyê me namîne. Ev yek xwendekaran neçar dike ku ji bilî zanîngehê biçin di karekî de bixebitin."
Hatice Bozdagê destnîşan kir ku divê xwendekarek mehê 50 hezart TL bistîne da ku hem bixwîne û hem jî beşdarî çalakiyan bibe.
'BILA BÛRS BÊ ZÊDEKIRIN'
Hasan Varvil, xwendekarê Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Egeyê tekez kir ku xwendekar bi zehmetiyên darayî re rû bi rû ne û ev yek li bajarên mezin ên wekî Îzmîrê hîn bêtir eşkere ye. Varvil anî ziman ku bursên ku ji hêla dewletê û saziyan ve tên dayîn têrê nakin û xwendekar hewceyê piştgiriyê ne û got: "Divê ez ji xwe nepirsim, 'Ez ê sibê çawa debara xwe bikim?'"
Efe Umut, xwendekarê Ziman û Wêjeya Îngilîzî li Zanîngeha Ege, got: "Hîn çar salên me mane. Em li vî bajarî xwendekar in û qet pere ji bo çalakiyên ku em dikarin bikin têrê nake. Divê biha ji 5 hezar û 6 hezaran lîreyî kêmtir nebe."
Alper Ozdemir, xwendekarê Hesabgiriyê li Zanîngeha Ege, gotegotên ku digotin bursa KYK dê 4 hezar lîre be bi bîr xist û got ku ew ê ji bo dabînkirina hewcedariyên din ên bingehîn û civakî têrê neke.