NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê PYD’ê Xerîb Hiso got: “Di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de hevdîtin tên kirin, hewldana lihevkirinekê heye. Lêbelê Tirkiye mudaxile dike. Bi vî awayî lihevkirinek çênabe.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso, têkildarî gefên Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe û Mitabeqeta 10’ê Adarê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re nirxand. Xerîb Hiso, got ku di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de hevdîtin tên kirin, hewldana lihevkirinê heye lê Tirkiye bi mudaxileyên xwe pêşiya vê digire.
Xerîb Hiso, bi bîr xist ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê di salekê de bawerî nedaye gel û got: “Îradeya gel li ber çavan nehat girtin. Sûriye welatekî yek netew û yek ol nîne. Gelek çand û pêkhate hene. Lê ev hatin înkarkirin, nayên qebûlkirin. Hikûmeta Veguhêz şopa rejîma Baasê dişopîne. Komkujî çêbûn, hikûmeteke ku navê veguhêzbûnê li xwe kiriye, lê ji bo veguhestinê tu tişt nekiriye. Komên çete yên wekî DAIŞ’ê ber bi dawîbûnê ve diçûn, lê xwe nû kirin, niha di nava hikûmetê de ne. Hikûmeta veguhêz wê çi feyde ji van koman bibîne? Lewra gelê Sûriyeyê sala yekemîn bi êş derbas kir.”
‘PIRSGIRÊK LI ŞAMÊ YE’
Bi domdarî Xerîb Hiso destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkan di navbera Şamê û Rêveberiya Xweser de peymana 10’ê Adarê hatibû îmzekirin, vê peymanê bandor jî kiriye lê Şamê gavên pêwîst ne avêtine û wiha dom kir: “Dema mijar dibû Sûriye, hemû hêzên herêmî û navneteweyî bal dikişandin ser peymanê. Peyman çareseriyeke demokratîk, modeleke nû pêş dixe. Di xala yekemîn de hemû pêkhateyan binav dike û Şera jî îmze kiriye. Lê li ser erdê ev neketiye meriyetê. Pirsgirêk li Şamê ye, dema dor tê pêkanîna wê, paş de gav diavêjin, pêdiviyên peymanê pêk nayînin.”
‘EM AMADE NE LÊ TIRKIYE PÊŞIYA WÊ DIGIRE’
Hiso, da zanîn ku ew ji bo çareseriyê amade ne lê Tirkiye pêşî digere û wiha pê de çû: “Ji bo pêkanîna hemû madeyên peymanê, şandeyên me hazir in. Peyman wê engtegrasyonê çêbike, lê ev demokratîkbûn e, tenê parastin nîn e, beşên civakî, siyasî, aborî, jin û ciwanan hene. Mixabin ew tenê di aliyê leşkerî de israr dikin. Tirkiye pêşiya pêkanîna peymana 10’ê Adarê digire. Sûriyeyê wekî parêzgeheke xwe dibîne. Wisa nabe, tenê dibêje ‘peymana 10’ê Adarê, peymana 10’ê Adarê’. Em ê peymanê bi Şamê re jiyanî bikin. Heke Tirkiye di peymanê de israr dike, bila alîkar be, gefan nexwe. Peymanek hatiye îmzekirin û ev ji bo Sûriye û welatên cîran baş e. Tirkiye her tim dibêje ‘em ê HSD’ê bêçek bikin’. Ev merhele derbas bû. HSD bi Şamê re gihişte astekê. Hemû derdoran erênî nirxandin, lê niha ji aliyê Şamê ve sekinî ye. Li gorî min Şam û Tirkiye nahêlin peyman bikeve pratîkê. Hakan Fîdan gefan li îradeya me dixwe. Berdevkê AKP’ê jî gefan dixwe. Ev keyfa komên tundrew ên nîjadperest tîne. Êrişî îradeya me dikin, gotinên nexweş dibêjin. Ev êriş hêza xwe ji vê siyasetê digirin. Komên cur bi cur sor dikin û bi ser me de dişînin. Li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç heye. Kiryarên herî xirab li Efrîn û Serêkaniyê têne kirin da ku penaber venegerin. Hevdîtinên rêveberiya xweser û Şamê çêdibin, lihevkirin derdikeve pêş, lê Tirkiye mudaxele dike. Bi vî şêwazî tifaq çênabe.”
‘SIYASETA TIRKIYEYÊ JI BO PÊVAJOYÊ METIRSÎDAR E’
Bi domdarî Xerîb Hiso bi bîr xist ku Tirkiye di nava pêvajoyeke nû ya hewldanên aştiyê de ye, lê li Sûriyeyê tu gavên li gorî vê pêvajoyê ne avêtine, lewma ev dibe metirsiyek û ev nirxandin kir: “Rêber Apo bi banga xwe ya 27’ê Sibatê hemû herêm xist merhaleya guhertin, diyalog, lêgerina azadî û demokrasiyê. Hemû herêm û welat bi vê bangê re ketin merhaleyeke nû. Ev jî destjêberdana ji navendîbûn, qirkirin, şer û înkarê ye. Tirkiye jî ketiye nava vê pêvajoyê, çareseriyê nîqaş dike. Em jî piştgirî didin û hêvi dikin bimeşe. Lê siyaseta ku li Sûriyeyê dimeşîne, ji bo vê pêvajoyê metirsiyeke mezin e.”
‘HEKE ŞAM AMADE BE DÊ PÊŞKETIN ÇÊBIBIN’
Di axaftina xwe de Hiso got ku Sûriye jî di pêvajoyeke veguherînê de ye û heke Şam xwe amade bike, dê pêşketinên pir mezin çêbibin. Hiso, got: “Serê salê nêzîk dibe, mimkûne ku bi aliyên tekildarî rewşa Sûriyê re li ser peymanê û pratîkkirina wê bixebitin. Em di pêvajoyeke nû de ne, ev ne serdema şer, serdema çareserî, aştî û civakek demokratîk e. Li Sûriyeyê civakên weke Ereb, Kurd, Çerkes, Tirkmen, Xiristiyan, Asûrî, Suryanî, Durzî û Elewî hene. Ger çareseriyek hebe, divê ev hemû werin dîtin. Ji bo çareseriyek rastîn û pêkanîna peymana 10’ê Adarê, divê pêşî destûra Sûriyeyê were guhertin. Heke Tirkiye dixwaze çareseriyê li Sûriyeyê bibîne, bila diyalogê bi Rêveberiya Xweser û HSD re jî bike. Li Sûriyeyê bingehek ji bo aştî û diyalogê heye. Armanca me yekrêziya gelan e. Peymana me ya civakî heye. Sekna me li hemberî hemû êrişan yek e. Fikreke nû, demokratîk e. HSD parçeyek ji vê ye. Ji Kurd, Ereb, Asûr, Suryan, Tirkmen, Êzidî û Xristiyanan pêk tê. Hêza parastinê ya jin heye. Bi Koalîsyona Navdewletî re li dijî DAIŞ’ê şer dike. Çavê hemû gel û pêkhateyên Sûriyeyê li vê modelê ye.”
‘HEKE ÇARESERÎ WERE XWESTIN DIVÊ TIRKIYE JI XAKA SÛRIYEYÊ VEKIŞE’
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso anî ziman ku tirsa Tirkiyeyê ji pergala civakî ya nû, ramana demokratîk û îradeya kolektîf a gel ku di 10-15 salên dawî de li bakurê Sûriyeyê derketiye holê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Ditirse ku ev model li seranserê Sûriyeyê belav bibe. Heke Tirkiye dixwaze ji bo aştiyê rolekê bilîze, wê demê divê bi hemû aliyan re diyalogê bike. Deriyê danûstandinê ji Rêveberiya Xweser re jî veke. Bi pêkanînên şerê taybet hewl didin derûniya mirovan xirab bikin, lê gel şoreşek çêkiriye û dê bi hêza rewşenbîrî, rêxistin û îradeyek bêhempa têkoşîna xwe bidomîne. Em her gav ji bo diyalog, nîqaş û çareseriyan vekirî û amade ne. Bi hilweşîna rejîmê re Tirkiyeyê li Sûriyeyê kontrolek leşkerî ava kiriye. Ev rewşeke dagirkeriyê ya eşkere ye, Serêkaniyê, Girê Spî, Ezaz, Cerablus û Efrîn di bin kontrola Tirkiyeyê de ne. Heke bi rastî aştî û rêkeftin tê xwestin, divê Tirkiye ji axa Sûriyeyê vekişe.”
