Bûldan û Sancar spasiya beşdarên kongreyê kirin
- polîtîka
- 13:40 04/7/2022
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar spasiya kesên beşdarî 5'emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê bûn kirin.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar spasiya kesên beşdarî 5'emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê bûn kirin.
Parlamentera Partiya Namzetiya Yekitiya Gel a Katalan (CUP) Eulalia Requanti Cura ku beşdarî kongreya HDP’ê bû got: “Hêviya xwe biparêzin. Em bi serkeftina we bawerin. Navnîşana aştî û demokrasiyê Ocalan e.”
Nûneriyên partiyên siyasî yên ji Rojhilata Navîn û Ewropayê beşdarî kongreya HDP’ê bûyîn diyar kirin ku di têkoşîna aştî û demokrasiyê de bi HDP’ê re ne û dan zanîn ku bi têkoşîna hevpar re dê tifaqa demokrasiyê xurttir bibe.
Dîroknas Tarik Ziya Ekîncî ku di Lijneya Şewrê ya HDP’ê de cih digire di peyama xwe ya ji bo kongreyê şand de wiha got: “Yekane rê ya ku Tirkiyeyê ji bêhiqûqiya aborî, siyasî, îdarî û hiqûqî ya ku ketiye nav, rizgar bike, HDP ye.”
Di 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê de dîmenên rengîn derketin holê.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku ji bo Ocalan bikare rol û mîsyona xwe bilîze, hewceye şert û mercên wî werin amadekirin û wiha got: “Divê muxalefet baş bizane, micid be û hedê xwe bizane. Heke di zîhniyeta ev sed sale berdewam dike de israr bikin dê dawiya wan ji ya Erdogan û Bahçelî xerabtir bibe.”
Bi deh hezaran kes beşdarî 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê bûn û ji ber ku li hundir cih nema, bi hezaran kes li derve man. Ji 7 salî heta 70 salî beşdaran xelekên govendê gerandin û diyar kirin ku li dijî înkarkirina kurdan, tecrîd, zext û siyaseta şer li qadan in.
Selahattîn Demîrtaş, Selçûk Mizrakli û siyasetmedarên ji Doza Kobanê li girtîgehan tên ragirtin, ji Kongreya HDP’ê re peyem şandin û wiha gotin: “Di pirtûka me de teslîm bûn, bîat kirin, têkçûn tune ye. Em dê vê tekoşînê teqez bi serkeftinê tacîdar bikin.”
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo kongreya HDP’ê peyamek şand û wiha got: “Dem dema hesabpirsîna ji vê rejîma faşîst e ku tecrîd li ser tevahiya civakê berbelav kiriye.”
Girtiyên jin ên li girtîgehên Kandire û Sîncanê ji bo kongreya HDP’ê peyamek şandin û wiha gotin: “Dengê we yê bilind dibe dê li dijî dîlgirtina Ocalan mîna qêrîna azadiyê olan bide.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di serî de pirsgirêka kurdan ji bo hemû pirsgirêkên li welat rêyên çareseriyê nîşandan û ev hişyarî kir: “Em dibînin ku nîqaşên têkildarî tecrîda mutleq a li Îmraliyê tê sepandin zêde dibin. Li ser tecrîdê lîstikan nelîzin.”
Parlamenterê Partiya Antîkapîtalîst Mireille Court ku ji Fransayê beşdarî kongreya HDP’ê bûye keyfxweşiya xwe ya beşdariya kongreyê anî ziman û wiha got: “Tevî zexta hikûmeta Tirkiyeyê jî ewqas mirov beşdarî kongreyê bûne. Ev jî ruhê gelê kurd nîşanî me dide.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan da zanîn ku pirsgirêka kurd 100 sal bi welat dan windakirin û wiha got: “Hêza çareseriyê em in û soza me heye. Em ê vê desthilatdariya ku bêedaletiyê hildiberîne, xespkar talankera hiqûqê têk bibin.”
5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê ku bi dirûşma “Çareserî em in” tê lidarxistin, ji Colemêrgê heta Edîrneyê bi tevlibûna deh hezaran û bi coşeke mezin dest pê kir.
Bi deh hezaran kesên ji bo 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê ji her çar aliyên welêt ber bi Enqereyê ve herikîn, bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” peyama xwe ya ewil dan.