Rêveberiya Xweser: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û hesabê bipirsin
- polîtîka
- 14:18 09/10/2022
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 3’yemîn salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Gire Spî daxuyanî da û diyar kir ku dê herêmên dagirkirî ji dagirkeriyê rizgar bikin. Rêveberiya Xweser bang li Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê jî kir ku bi erka xwe rabin.