Temellî: Kengî hilbijartin nêzîk bibe îktîdar bi xwîna kurdan dikevin hilbijartinê
- polîtîka
- 15:39 18/12/2018
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di ziyareta Mûşê de polîtikaya AKP'ê ya şer rexne kir û wiha got: "Kengî hilbijartin nêzîk dibe îktidar bi xwîna kurdan diçe hilbijartinê. Yên heviya xwe bi ketina Rojava xurt dikin carek din Tirkiye dixin nava kaosê." Temellî, bal kişand tecrîdkirina Rêberê PKK Abdullah Ocalan jî û wiha got: "Tecrid dê bi têkoşînê bi dawî bibe."
