Gergerlîoglu: Wezîr agahiyên şaş dan
- polîtîka
- 11:38 30/6/2020
Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu, diyar kir ku Wezîrê Karên Hundir der barê penaberên ji ser sînorê Edîrneyê derbasî Yunanistanê bûn agahiyên şaş dane û got: "Hêjmara 143 hezar penaberên ku Wezîrê Karên Hundir da, nehatiye teyîtkirin. Di rapora Komîsyonê de şerha “Sedem çi dibe bila bibe kesê li ser navê Komara Tirkiyeyê biaxive mafê wî tune agahiyên şaş bide" derbas kirin.