Dozger hewl da tundiya polîsan a li dijî rojnameger rewa bike: Êrişkar tevdigeriya
- rojane
- 14:33 19/5
Rojnameger Rûken Polat di bîranîna rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê de hatibû derbkirin û binçavkirin. Dozgeriyê, ji bo giliyê Rûken Polat ê der heqê polîsan de biryara neşopandinê da. Dozgeriyê îdia kir ku polîsan “ji ber tevgera tund û êrişkar” a Rûken Polatê mudaxileya tund kirine.