Serdegirtina MED-DER’ê dê were protestokirin
- rojane
- 10:18 24/9/2024
Rêxistinên sivîl ên civakî dê li Amedê serdegirtina MED-DER’ê û Payîz Pirtûkê protesto bikin.
Rêxistinên sivîl ên civakî dê li Amedê serdegirtina MED-DER’ê û Payîz Pirtûkê protesto bikin.
Di serdegirtinên avahiyên MED-DER û Payîz Pirtûkê de gelek pirtûk hatin desteserkirin. Gelek perwerdekarên dersên kurdî yên MED-DER’ê jî hatin binçavkirin.
Ferît Şenyaşar ê ku li Meclisê tevî diya xwe ji bo "edaletê" li ber xwe dide, ragihand ku rayedarên hikûmetê sozên ku dane bi cî neanîne û got ku daxwazên wan ên ji bi hevdîtina bi Tayyîp Erdogan re jî bi awayekî neyekser hatine redkirin.
Endamê ELDH'ê Mîran Kakaee ku ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da, diyar kir ku divê ji bo 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan qanûn bên sererastkirin.
Şaredariya Gundikêmelê ji bo ku li herêmê sewalkarî bi dawî nebe, ji bo çêlekan û bizinan şivan girtin. Şivanên ku şaredariyê wan bi heq girtiye, 400 serî bizin û 90 çêlekan xwedî dikin.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê 9 bajar ji ber barîna zêde û brûskan hişyar kir.
Polîsan bi ser avahiya MED-DER'ê ku xebatên zimanê kurdî dike û bi ser avahiya Payîz Pirtûkê ve girtin.
Girtiyê nexweş Cengîz Eker ê ku piştî 31 salan ji Girtîgeha Şakranê hat berdan got: "Ez ji dema hatim girtin û heta niha li pişt soz û têkoşîna xwe me."
Di çalakiya "Deng bidin azadiyê" de ya li Parka Koşûyolûyê dewam dike, çalakvanan bal kişandin ser binpêkirinên mafan û hat gotin, "Îro qesrên edaletê mîna buroyên AKP'ê tên birêvebirin."
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê tev li şîna Anter Anter bû wiha got: “Em ê têkoşîna xwe heta pêkanîna wekheviya welatiyan ku Apê Mûsa ji bo wê têkoşiya bidomînin.”
Emîne Şenyaşar a ji ber pirsgirêkên wê yên tunduristiyê girantir bûn, navber da çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya li Meclisê.
Bi girseyî serdana şîna Alî Ekber Orûç ê li girtîgehê nexweşî lê peyda bûbûn û duh jiyana xwe ji dest da, hat kirin.
Yûnûs Emre Geçtî yê ku piştî êrîşa li Umraniyeyê polîsekê jiyana xwe ji dest da hat binçavkirin, kîsekî çopê li ber kirin û li wesayîta heywanan hate siwarkirin.
Şaredariya Depê nivîsên hişyariyê yên trafîkê yên hatine jêbirin, bi gel re ji nû ve nivîsand.