Danişîna doza Emîne Şenyaşar hate taloqkirin
- rojane
- 10:24 05/11/2024
Danişîna doza Emîne Şenyaşar ku li ser giliyê polîsan hatibû vekirin, bi daxwaza tespîtkirina navnîşanê hate taloqkirin.
Danişîna doza Emîne Şenyaşar ku li ser giliyê polîsan hatibû vekirin, bi daxwaza tespîtkirina navnîşanê hate taloqkirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz diyar kir ku li dijî qeyûman têkoşîna hevpar girîng e û wiha got: “Dibe ku em sibê li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê qeyûm bibînin. Ji ber vê yekê divê muxalefet bi hev re li dijî qeyûman têbikoşin."
Cara sêyemîn e ku qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê tê kirin. Kirinên qeyûm ev in; rakirina xebat û tabelayên kurdî, bi milyonan şaredariyê xistiye bin deyn, mal û milkên şaredariyê hîbeyî saziyên din kiriye û deriyê kar û îhaleyê ji alîgiran re vekiriye.
Di çalakiyên protestokirina qeyûman de herî kêm 83 kes hatin binçavkirin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû li dijî tayînkirina qeyûman dê biçe Mêrdînê û bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan re hevdîtinê bike.
Ciwanên ku tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê protesto kirin, di tevahiya şevê de li ber xwe dan.
Welatiyên li dijî tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê tev li nobetê bûn, diyar kirin ku divê kurd yekitiya xwe ava bikin û wiha gotin: “Ev xak a me ye. Divê her kes rabe ser pêyan.”
Şoreşgerê Îtalyayî Heval Marcello anî ziman ku gefa herî mezin a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê xwarin ji aliyê Tirkiyeyê ve û bertek nîşanî bêdengiya navneteweyî da.
Qeyûmên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê her tim bi karûbarên derusûlî, nelirêtî û derhiqûqî di rojevê de bûn. Qeyûmên ku şaredarî di nava çirava deynan de hiştin, bûdçeya şaredariyê jî ji bo propagandaya hilbijartinê ya AKP’ê bi kar anî.
Welatiyên li Esenyûrtê ji bo şermezarkirina qeyûman meşiyan û dirûşmên "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor" û "Jin Jiyan Azadî" berz kirin.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li dijî tayinkirina qeyûman got: "Tekane rê azadiya birêz Ocalan e ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin" û Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş jî got: "Faşîzma li Kurdistanê nikare bibe demokrasiya Tirkiyeyê."
Polîsan êrişî kesên ku li dijî desteserkirina Şaredariya Êlihê li ber xwe dan kirin û herî kêm 60 kes binçav kirin.
Li Mêrsînê 6 kes bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” hatin girtin.
TJA’yê desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê şermezar kir û got, “Em ê serî li hember darbekaran netewînin. Em ê di her şert û mercî de mafê xwe dîsa bi dest bixin.”