ROJEVA 12’Ê MIJDARA 2024’AN
- rojane
- 09:00 12/11/2024
Ciwanan li Cizîrê li dijî tayînkirina qeyûman çalakî li dar xistin. Ciwanên ku li taxan agir vêxistin, qeyûm protesto kirin.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo piraniya bajarên Herêma Serhedê hişyariya barîna zêde kir.
Li Şirnexê starta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê hate dayin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê loqenteyeke din a gel vekir.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Civîna Meclisa Şaredariyê ya Asayî ya meha mijdarê bi tevlibûna gel li dar xist.
Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan bertek nîşanî gotina Erdogan a "kesên kes nizane bê kî ne" da û got: “Heke kirinên qeyûman baş bên vekolandin wê demê dê bizanin ev kes kî ne."
Li Êlihê di roja 8’an de li dijî qeyûm meş hat lidarxistin. Parlamenter Omer Ocalan piştî meşê axivî û got: “Rêzdar Ocalan got ez ji bo her tiştî amade me. Lê desthilatdariyê bi tayînkirina qeyûman bersiv da peyama rêzdar Ocalan.”
Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar di çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Xelfetiyê de axivî. Şenyaşar, banga tevlibûna mitînga 17’ê mijdarê kir ku dê li Êlihê li dijî qeyûm were lidarxistin.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk got; “Ji bo aştiyeke birûmet em li qada mitîngê ya 17’ê mijdarê bin.” Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî wiha got: “Tekane hêviya welêt pêşniyarên çareseriyê yên Ocalan in.”
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bal kişand ser girîngiya aştiya civakî û wiha got: “Qeyûm, derbeyeke li dijî aştiyê û demokrasiyê ye. Ev, pratîka derbeyê ye.”
Derheqê Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer de ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin, bi îdiaya “fînansoriya rêxistinê” lêpirsîneke nû hate destpêkirin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk bertek nîşanî gotina Erdogan a “Kes nizane bê kî ne” da û wiha got: “Kesên kes nizane bê kî ne ev 3 serdemin îradeya gel xesp dikin.”
Çalakiya protestokirina qeyûm a li pêşiya Şaredariya Esenyurtê didome. Wekîlên CHP’î ketin hundirê şaredariyê.
Di deklarasyona mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya ku dê di 17’ê mijdarê de li Êlihê were lidarxistin de wiha hate gotin: “Gelê kurd û siyaseta kurd ji teorî û pratîka birêz Ocalan bibawer e; tekane navnîşana çareseriyê û muxatabê wê jî birêz Ocalan e.”