ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2025'AN
- rojane
- 09:00 12
Çetîn Arkaş li Sêrtê di civîna gel de axivî û got: “Em tevek dikarin di bin sîwana neteweya demokratîk de bi hev re bijîn. Têkoşîna me ji bo vê ye.”
Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol ku di beşa çavdêriya awarte de ye dê bi dayîna antîbiyotîkên nû bidome.
Bi beşdariya Veysî Aktaş, li Nisêbînê civîna “Aştî û Civaka Demokratîk” hat lidarxistin. Di civînê de welatiyan, desnîşan kirin ku aştî pêdiviya herî lezgîn e.
Wekîlê DEM Partiyê Vezîr Coşkun got ku Tirkiye piştgiriyê dide NATO’yê ku lêçûnên ji bo parastinê zêde bike û Fîdan jî ji bo vê hewl dide welatan qaneh bike.
Rêxistinên maf, hiqûq û civakî rapora xwe ya têkildarî girtîgehan aşkera kir û gotin ku rexmê pêvajoyê jî girtî bi binpêkirin û bêhiqûqiyan re rû bi rû dimînin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî biryara demborînê ya di doza “Operasyona Vegera li Jiyanê” de ku 12 girtî hatibûn qetilkirin, bi hinceta derqanûntiyê îtîraz kir.
Di danezana encamnameya “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Navneteweyî” de wiha hate gotin: “Em, veraskirinên zagonî yên mafê hêviyê nas dikin û rê dide Ocalan were berdan weke pêwîstiyeke aştiyê dibînin.”
Li rojnameger Delal Akyuz 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hatibû birîn. Îtîraza ji bo betalkirina cezayê Akyuz, ji hêla Dadgeha Îstînafê ve hate redkirin.
Qeyûmê Şaredariya Sêrtê ji bo Newala Qesaba biryara îmarê dabû. Dadgeha Îdarî jî ev biryara qeyûm da rawestandin.
Gardiyanên Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Burdurê girtiyê bi navê Îshak Dayan derb kiribûn û jê re gotibûn “Tu dê hêza Tirkan bibînî.” OHD’ê jî hem têkildarî gardiyanan hem jî muameleyên xerab ên li girtîgehê serlêdana sûc kir.
Polîsê bi navê Î.Y. ku di 9’ê Kanûnê de li Edliyeya Şirnexê întîhar kir, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Serokê HAD-DER’ê Hamît Karaogûllardan, diyar kir ku di piştî 8’ê Kanûnê li Sûriyeyê Elewiyan têkoşînek nû dane destpêkirin û ji bo avakirina komîsyona heqîqetê û vekirina korîdora alîkariyê bangî TBMM’ê kir.
Haci Alagaş ku li girtîgehê krîza dil derbas kir, hefteyekê di beşa çavdêriya awarte de hem dest hem jî piyên wî kelemçekirî hate ragirtin. Keça Alagaş, Sofya Alagaş banga hestiyariyê li raya giştî kir.
Li navçeya Pendîkê ji ber sedemeke ne diyar şewat derket û di şewatê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 2 jî bi giranî birîndar bûn.