Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
- rojane
- 09:00 16/1
Der barê 22 kesên ku ji ber tevlî merasîma cenazeyê hunermend Mîr Perwer ê li Parîsê hatibû qetilkirin bûbûn hatibûn darizandin, ceza hatin birîn. Her wiha li ciwanê bi navê Davut Aktaş ji ber ku ji bo xwe ji gaza îsotan biparêze "maske" li dabû ber devê xwe, 3 sal û 8 meh ceza hat birîn.