Li Şirnexê li dijî zarokan tacîza zayendî: Faîl hate tehliyekirin
- rojane
- 09:33 20/6
Mamosteyê bi navê Sadun Vural, li dibistaneke amadehî ya Silopiyayê di dîrokên cuda de tacîza zayendî li 6 xwendekaran kir. Tevî rêzesûcên vî şexsî li dijî zarokan kiriye jî, salek piştre hate berdan. Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî jî tenê bi dûrxistina ji peywirê bisînor ma.