Hevdîtina DEM Partî û TÎP'ê: Divê li ser zemîna qanûnî gav bên avêtin
- rojane
- 11:33 12/3
Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş piştî hevdîtina bi şandeya DEM Partiyê re axivî û got ku nîqaşkirina pêvajoyê ya li ser zemîna Meclisê dê Tirkiyeyê ber bi aştiyê ve bibe. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî got ku divê li ser zemîna qanûnî gav bên avêtin.