Ji meteorolojiyê hişyarî der barê baranê de

  • rojane
  • 11:37 5 Cotmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Meteorolojiyê, barana şid a ku dawiya hefteyê li bajarên rojavayê Tirkiyeyê dest pê kiribû, dê ji sibê ve li seranserê Tirkiyeyê belav bibe. 
 
Li gor daneyên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, dê barana şid a li hela rojavayê Tirkiyeyê berdewam be. 
 
Tê payin ku li Ege, li hêla rojava yê peravên Bera Reş, li derdora Stenbol, Koacelî, Yalova, Bûrsa, Samsûn û Rîzeyê û li Ordû, Gîresûn, Trabzon û Artvînê baran bibare.