STENBOL- ÎSKÎ ku rêjeya tijebûnê ya bendavên li Stenbolê eşkere kir, ragihand ku li bajêr bi nêvengî rêjeya tijebûnê ya bendavan ji sedî 27.28 e.
Li Stenbolê rêjeya tijebûnê ya bendavan kêm dibe. Li gor daneyên Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Stenbolê (ÎSKÎ), li bajêr bi nêvengî rêjeya tijebûnê ya bendavan di 30'yê Hezîranê de ji sedî 66.3 bû, lê niha ji sedî 27.28 e.
Li gor daneyên ÎSKÎ'yê ji 5'ê Cotmehê ve rêjeya tijebûnê ya bendavên Stenbolê wiha ye:
* Bendava Alibeyê ji sedî 15.86
* Bendava Buyukçekmeceyê ji sedî 31.69
* Bendava Darlikê ji sedî 41.74
* Bendava Elmaliyê 50.47
* Bendava Istrancalarê ji sedî 22.46
* Bendava Kazandereyê ji sedî 2.3
* Bendava Pabûçdereyê 14.26
* Bendava Sazlidereyê ji sedî 29.85
* Bendava Terkosê ji sedî 33.56
* Bendava Omerliyê ji sedî 17.73