'Êrîşa li dijî Rosa ne tenê li dijî jinên kurd, li dijî hemû jinên cîhanê ye
- jin
- 12:33 28/5/2020
Hevberdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, têkildarî geşedanên dawî daxuyanî da û diyar kir ku operasyona li dijî endam û rêveberên Komeleya Jinan a Rosa, ne tenê li dijî jinên Kurd e, li dijî hemû jinên Tirkiye û cîhanê ye. Ayşe Acar, anî ziman ku pirsên "Hûn çima aştiyê diparêzin, çima tev li çalakiyên 8'ê Adarê bûne û hûn çima pergala Hevserokatiyê diparêzin?" pirsîne.
